Di civînên gel ên li Rihayê hatin lidarxistin de dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat temaşekirin.
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera JinênAzad (TJA) civînên gel hatine destpêkirin berdewam dikin. Armanca civînan ew e ku gelê Kurd bang û perspektîfa Rêberê Gelê Kurd baş fêmkirin.
Li Rihayê di civînên îro de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dîmen hat temaşekirin û nêrînên gel hat girtin.Li Rihayê gundê Fisfisê ya Bêrecûkê, gındê Cibina ya Xelfetî, Wêranşar, gundê Golaser ê Hewagê civînen gel hatin lidarxistin.