Agirî – Kela Behlul Paşa ku ji hêla Mîrê Bazîdê Evdî Paşa ve hatiye çêkirin û semboleke dîroka Kurdan e, bi hemû heybeta xwe ve balê dikişîne ser xwe.
Kela Behlul Paşa ku weke Qesra Îshaq Paşa tê zanîn, di sala 1685an de di dema kurê Mîrê Bazîdê Mihemed Pîrbela, Evdî Paşa de tê çêkirin. Li gorî gotinan çêkirina Kela Behlûl Paşa 99 sal girtiye û qesr di sala 1784an de ji hêla kurê Evdî Paşa Îshaq Paşa ve tê xelaskirin. Her wiha filozofê Kurd Ehmedê Xanî jî di medreseya vê qesrê de katibî û piştre ji bo medreseya xwe veke qesrê diterikîne. Kela Behlûl Paşa di lîsteya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNESCO) ya “Lîsteya Demkî ya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê” de jî cih digire.
Kela Behlûl Paşa li ser zinareke ku deşta Bazîdê dibîne hatiye çêkirin û bi heybeta xwe herêmê dixemilîne. Kela Behlûl Paşa ankû Qesra Îshak Paşa, bi kevirên sor ku di mîmariya Kurdistanê û Bazîdê de hertim hatiye bikaranîn, hatiye çêkirin û ji ber ku di dema Îshaq Paşa de tê xelaskirin, navê wî tê lê kirin. Her çiqas çêkerê vê qesrê Îshak Paşa be jî, ji ber ku Mîrê Bazîdê yê dawî Behlul Paşa bû, di nava gel de weke Kela Behlul Paşa tê zanîn. Her wiha di gelek çîrok û destanên Kurdan ên weke Perîşan Xanim, Xelîl Beg û stranên Radyoya Êrîvanê de jî weke Kela Behlul Paşa derbas dibe.
Mîmariya Kela Behlul Paşa mîmariya Kurdan a klasîk di nava xwe de dihewîne û ev yek di gelek çavkaniyan de jî tê ziman. Kela Behlûl Paşa yekemîn avahiya ku pergala germkirin (kalorîfer) û kanalîzasyonê hatiye bikaranîn e. Ev yek bi awayekî şênber xuya dike û heta roja me jî hatiye. Qesr, ji 116 ode û tirbe, mizgeft, dîwan, harem, hemam, zîndan, eywan hwd. pêk tê. Gava mirov cara ewil dikeve hindirê qesrê, hewşeke servekirî mirov pêşwazî dike û li milê rastê jî zîndan hene. Zîndan, bi awayekî bi hev re girêdayî ne û heke mirov bixwaze bikeve hucreyên vê zîndanê, divê mirov nava hucreyên din re derbas bibe. Li milê çepê jî çend ode ku jêrî hewşa yekemîn in, hene û ev ode yên parêzvanan in.
Dema mirov derbasî hewşa duyemîn dibe , di “Deriyê bi Zerzeng” ku bi awayekî gotîk hatiye çêkirin re derbas dibe. Deriyê bi zerzeng bi awayekî du beş xuya dike û bi kemeran girêdayî hev e. Li her du aliyên deriyê bi zerzeng odeyên xizmetkaran hene ku bi du qatan hev re girêdayî ne. Li aliyê rastê yê hewşa duyemîn, komên avahiyan ên silavkirinê, mizgeft û tirbeke li kêleka mizgeftê hene. Li aliyê çepê jêrzemîn û hin dîwarên avahiyên ku beşên din ên silavkirinê pêk tînin têne dîtin.
Li ser milê rastê yê di hewşa duyemîn de “eywana dîwanê” ku kesên girîng û mêvanên biyanî lê tên pêşwazîkirin, karên fermî lê tên kirin û biryar tên girtin qadeke mezin e û bi planeke çargoşe ye. Pencereyên li aliyê başûr ên eywana dîwanê bi kemerên tûj hatine xêzkirin, li ser pencereyê jî motîvên nebatî yên rolyef û xemlên geometrîkî yên heştgoşeyî û stêrkî hene.
Di hewşa duyemîn de ji aliyê rojava ve “harem” heye û ji odeyan, mitbex, eywan, hemam û baxçe pêk tê. Mitbexa qesrê ya çargoşe xwedan bergek jorîn a neh beş e ku bi du kemerên ji dîwarên dijberî hev hatine avêtin tê piştgirî kirin. Di nava kemeran de menfezek hatiye bicihkirin. Di dawiya sedsala 19emîn û di destpêka sedsala 20emîn de dema ku qesr weke baregeh dihat bikaranîn, sobeyên bê kulek li hundir hatin bicihkirin û teniya vê sobê û rûnê xwarinê qateke stûr a rejiyê li ser dîwaran çêkiriye. Di hundirê mitbaxê de, di navbera her du pencereyên ber bi derve de kuçkê mencelan û li ser dîwarê li tenişta wê jî kaniyek heye.
Di nava ankû orta haremê de “Eywana Pîrozbahiyê” heye û ev eywan ji bo rojên taybet, civînên malbatî û pîrozbahiya cejnan hatiye bikaranîn. Ev eywan bi çargoşeya dirêjkî hatiye çêkirin û mirov di 2 deriyên ku ji aliyê motîf û dekoran ve dewlemend de derbasî eywanê dibe. Eywan bi sê kemerên li ser du stûnan li aliyê rojhilat û rojava bûye sê beş. Her çend tê nîqaş kirin ka serê vê eywanê vekirî bû yan na, îhtîmal e ku ew bi avahiyek camê ku rê dide ronahiyê ji jor ve hatî nixumandin. Li ser dîwarên dorhêlê, dînamîzma bi kemerên dor-qemer gelek balê dikşîne. Nivîsên ku ji ayet, hedîs û helbestên pesnê Îshak Paşa pêk tên, li ser perçeyên jorîn ên pencereyan bi çarçoveya rokoko hatine nivîsandin, weke berhemeke dewlemend a keviran xuya dikin. Di vê beşê de şeş nivîs ankû kîtabe hene. Yekem ji van nivîsan di 2 rêzan de li ser kemera deriyê çargoşe ye. Her wiha ev nivîsên li vir hatine nivîsandin, bi awayekî nûjen jî li ser dîwaran hatine bicihkirin.
Her wiha li rojavayê qesrê û li pişt haremê baxçeyek ku li ser terasekê hatiye çêkirin heye. Di nava çeperê rojava yê qesrê de deriyeke sade diçe baxçe û tê gotin ku ev baxçe di dema xwe de bi dar û kûlîlkan xemilandî bûye. Niha têketina vê baxçeyê ji ber ku negihiştiye roja me, qedexe ye.
Di rojavayê qesrê de mizgefta ku balê dikişîne li ser xwe de salona nimêjê ya çargoşeyî, li aliyê bakur medrese û quncikê bakur-rojava minareyek bilind a ku bi kevirên du reng hatiye çêkirin heye. Beşa mahfîlê ya di beşa harîmê de ku weke cihekî pîroz tê dîtin û têketin qedexe ye, li jora medreseyê li ser sê stûn û pênc kevanan hatiye çêkirin. Mizgeft, taybetiyên mizgeftên kurdî yên yek-qubbeyî yên klasîk û bi medreseya xwe ve xwedî harîmeke mezin e.
Mîmariya derve ya mizgefta ku xwedan hunera kevir e, pir balkêş e. Girseyek qubik ku li ser du qatên qesrê bilind dibe û qubeyek mîna pîvazê ku wê bilindtir dike, heybeta mizgeftê mezintir dike. Li dora qubeyê çar nêrîngehên piçûk ên qubekirî ku tirbeyên Semerqendê tîne bîra meriv, girseya sereke temam dikin. Qesnaqa qubeyê têra xwe bilind e û li dora wê qadeke gerînê hatiye çêkirin. Li ser rûyê derve yê qesnaqa silindrîk 32 kulekên bi heman pîvanan hene. 8 ji van kulekan weke pencere hatine guhertin û hindir ronî dikin. 24 kulekên mayî jî vala hatine hiştin û panelên bi teknîka rolyef hatine çêkirin, di wan de hatine bicihkirin.