• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun hate definkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Îranê 3 xwepêşandêr hatin darvekirin

Navenda Nûçeyan/ AW

4 GULAN 2026 - 11:27
Kategorî: DARAZ, ROJANE
A A
Hat zanîn ku 3 kesên ku bi hinceta tevlî çalakiyên meha çileyê bûne hatibûn girtin, bi sûcdariya “teror” û “serhildanê” li Meşhedê hatin darvekirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnim a nêzî Artêşa Mûhafizên Şoreşê, Mehdî Resûlî, Mihemed Riza Mîrî û Îbrahîm Dewletabadî bi sûcdariya “li dijî ewlehiya civakê çalakiyên terorê pêk anîne”, “bi dewletên dijmin re hevkarî kirine” û “serhildanê” hatine darizandin îro serê sibehê li Girtîgeha Vakilabad hatin darvekirin.

Girtin û darvekirin zêde bûn

Tê diyarkirin ku li Îranê girtin û darvekirin, bi taybetî têkildarî protestoyên ku zivistana borî qewimîn in. Tê ragihandin ku darvekirin piştî şerê herêmî yê 28ê Sibatê bi êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê re destpê kiriye, zêde bûne.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên din ên mafên mirovan, Îran piştî Çînê welatê ku herî zêde cezayê îdamê pêk tîne ye.

Rayedarên Îranê jî îdîa dikin ku pêla protestoya dawî ya ku di meha Çileyê de gihişt lûkteyê, di destpêkê de aştiyane bû lê piştre ‘bi mudaxileya hêzên biyanî veguherî serhildanên hatine sorkirin’. Li gorî daxuyaniyên fermî di vê pêvajoyê de zêdeyî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

Darvekirin îsal ji sedî 68 zêde bûn

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, li welêt hejmara darvekirinan gihişt asta herî jor a salên dawî. Li gorî rapora hevpar a Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê û Bi hev re li dijî cezayê darvekirinê (Ensemble contre la peine de mort), sala 2025an li Îranê herî kêm hezar û 639 kes hatin darvekirin. Ev hejmar ji sala 1989an û vir ve, weke hejmara herî bilind bal dikêşe.

Di raporê de hate diyarkirin ku li gorî 975 darvekirinên sala 2024an, darvekirina îsal ji sedî 68 zêde bûne.

Etîket: darvekirinÎbrahîm DewletabadîÎranMehdî ResûlîMihemed Riza Mîrî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

8 GULAN 2026
Li dijî darvekirinên li Îranê bang kirin: Êdî bes e

Li dijî darvekirinên li Îranê bang kirin: Êdî bes e

7 GULAN 2026
Îranê şampiyonê karateyê bi darve kir

Îranê şampiyonê karateyê bi darve kir

30 NÎSAN 2026
NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

29 NÎSAN 2026
Îranê careke din Koye bombebaran kir

Îranê careke din Koye bombebaran kir

27 NÎSAN 2026
Baregehên Haşdî Şabî bi dijwarî hatin bombebarankirin

Kampa Sûrdaş dîsa hate bombebarankirin

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (294)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne