• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Parçeyekî me hê di zindanê de ye’

    ‘Parçeyekî me hê di zindanê de ye’

    ÎHDa Wanê: Divê doza Rojînê bi bandor bê lêkolînkirin

    ÎHDa Wanê: Divê doza Rojînê bi bandor bê lêkolînkirin

    Dayikên Aştiyê: Em êdî dixwazin li welatek azad bijîn

    Dayikên Aştiyê: Em êdî dixwazin li welatek azad bijîn

    Li Bestayê operasyona leşkerî!

    Li Bestayê operasyona leşkerî!

    Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

    ROJEVA 10ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 20ê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Parçeyekî me hê di zindanê de ye’

    ‘Parçeyekî me hê di zindanê de ye’

    ÎHDa Wanê: Divê doza Rojînê bi bandor bê lêkolînkirin

    ÎHDa Wanê: Divê doza Rojînê bi bandor bê lêkolînkirin

    Dayikên Aştiyê: Em êdî dixwazin li welatek azad bijîn

    Dayikên Aştiyê: Em êdî dixwazin li welatek azad bijîn

    Li Bestayê operasyona leşkerî!

    Li Bestayê operasyona leşkerî!

    Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

    ROJEVA 10ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 20ê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şirnexê 40 civîn hatin lidarxistin: Gel dixwaze dewlet gavên şênber biavêje

Nedîm Oruç / AW

15 TÎRMEH 2025 - 08:32
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Şirnex – Parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal da zanîn ku li Şirnex û navçeyên wê heta niha 40 civîn pêk anîne û destnîşan kir ku daxwaza gel a di van civînan de ew e ku dewlet demildest gaveke şênber biavêje.

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji rayagiştî re ragihand. Dû re li ser banga Abdullah Ocalan PKKê kongreya kom kir û di 12ê Gulanê de biryara xwe fesixkirinê girt. Pişt re jî li ser banga Abdullah Ocalan a di 9ê Tîrmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk a PKKê ku ji 30 kesan pêk dihat, di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya li çoltera bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistana Federe bi merasîmekê çek û rextên xwe şewitandin. Di hevdîtinên Şandeya Îmraliyê yên bi Abdullah Ocalan re, Abdullah Ocalan xwestibû ku pêvajo bi gel re were vegotin û nêrînên gel û hemû derdoran werin stendin. Li ser vê yekê di pêşengtiya TJA, DBPê û DEM Partiyê de li gelek gund, tax, bajarok, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevilbûna bi hezaran welatiyan civîn hatin lidarxistin. Yek ji van bajaran jî Şirnex e. Li Şirnexê heta niha 40 civîn hatine lidarxistin.

Parlementera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan ku tev li gelek civînan bûye, derbarê civînan, nêrîn, rexne û daxwazên gel de ji ajansa me re axivî.

Heya niha 40 civînên gel pêk hatine

Ûysal a derbarê civînan de agahî dan û ev tişt gotin: “Ev civîn ji çalakiyek an jî ji bernameyekê zêdetir, ji bo înşakirina pêvajoya Aştî û Cikava Demokratîk û ji bo tevlibûna gel hatin plankirin. Weke partî em dibêjin ev pêvajo dê bi tevlibûna gel, bi fêmkirina gel, bi rêxistinkirina gel, bigihije serî, bigihije heqîqetê. Aştî jî bêgel nabe, civakeke demokratîk jî bêgel nabe. Civînên ku em dikin bi vê nêzîkatiyê pêk tînin. Di bernameya me de heye ku li Kurdistanê 2 hezaran civîn werin pêkanîn û heya îro me li navend, navçe, bajarok û gundan 40 civîn pêkanîne.”

Dayîk, jin û ciwan eleqeyek zêde didin civînan

Ûysal bal kişand ser armanca civînan û axaftina xwe wiha domand: “Armanca me ji van civînan ew e ku nakokî, nêrîn, pêşniyar û rexneyên gel werin ziman. Rast e, em di civînan de pêvajoyê ji gel re dibêjin lê mebesta me ew e ku ev civîn di avakirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de cihekî sereke bigirin. Tevlibûnên civînan bi taybetî dayîk, jin û ciwan in û mereqek zêde heye. Gel gavên ku Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê diavêje baş dişopîne û dixwaze ku dewlet gavên şênber biavêje.”

‘Rêber bi serê xwe biyar nade, nêrînên me dixwaze divê em jî cidî nêzîk bibin’

Ûysal da zanîn ku gel pêvajoyê baş dişopîne ê wiha pêde çû: “Di civînan de tişta balê dikişîne ev e, gel bi her awayî pêvajoyê dişopîne. Di civînekî de welatiyekî temen mezin got ku, ‘Rêberê Gelê Kurd keseke û piştî 26 salan em li benda azadiya wî ne lê hê pêk nehatiye. Di vê rewşê de jî bi tena serê xwe biryar nestend û îro bi vê civînê pirsa xwe ji me jî dike. Divê em jî bi vê cidiyetê nêzî pêvajoyê bibin.’ Ev gotinên welatiyê temen mezin bandora xwe li ser hemû beşdarvanên civînê kir. Her wiha gel li hember gavên Tevgera Azadiyê dibêje ku piştî van gavan em êdî çi bikin? Bila dewlet destpêkê bikaranîna zimanê xwe biguhere û êdî ji me û tevgera me nebêje ‘teror’. Her wiha gel dixwaze nêzîkatiya li hember Rêberê Gelê Kurd û girtiyên nexweş were guhertin.”

‘Merasîma PKKê û dîmenên Ocalan hêz da gel’

Ûysal herî dawî got ku pêşketinên dawî hêzeke zêdetir dide gel û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji destpêkê heya niha bi her gav an jî daxuyaniyên tên dayîn karakterê pêvajoyê tê guhertin û ji bo pêşketina pêvajoyê hêz dide. Di 10 rojên dawî de bi taybetî dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêzek û baweriyek zêde daye gel û ev yek di nava gel de aşkere tê dîtin. Her wiha merasîma PKKê ya çek şewitandinê û axaftinên Serokomar Erdogan ên dawî ji bo berdewamkirina pêvajoyê hêvî dide. Em li bendê ne ku komîsyona bi mehan e li ser tê axaftin were avakirin û divê ev komîsyon bilez dest bi guhertinên qanûnî bike.”

Etîket: Banga Aştiyê û Civaka DemokratîkCivînên gelNewroz Uysal Aslanşewitandina çekanŞirnex
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

18 COTMEH 2025
Bi girseyî çûn şîna Yilmaz û Sivacî

Bi girseyî çûn şîna Yilmaz û Sivacî

17 COTMEH 2025
Girtiyê ku piştî 32 salan tehliye bû: Vîna xurt em anîne vê astê

Girtiyê ku piştî 32 salan tehliye bû: Vîna xurt em anîne vê astê

16 COTMEH 2025
Jina ducanî birîndar kir, zarok jiyana xwe ji dest da

Jina ducanî birîndar kir, zarok jiyana xwe ji dest da

16 COTMEH 2025
Doza çeteya fihûşê hat taloqkirin

Doza çeteya fihûşê hat taloqkirin

15 COTMEH 2025
Jinan ji bo Rojînê daxuyanî da: Rayedar hin tiştan vedişêrin

Jinan ji bo Rojînê daxuyanî da: Rayedar hin tiştan vedişêrin

15 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (347)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne