Federasyona Karkerên Koçber a Elmanyayê (AGÎF) di salvegera 10emîn a Komkujiya pirsûsê de, li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, çalakiyek lidar xist û 33 ciwanên hatin kuştin, bi bîr anî.
Çalakî bi sernavê “Stranên ji bo Pirsûsê” hate lidarxistin. Di çalakiyê de stranên ku ciwanên hatin qetilkirin jê hez dikirin, hatin gotin û wêneyên wan hate nîşandan. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û hate ragihandin ku desthilatdariya di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de têk çû, bi destê DAIŞê êrîş kir û bi vî rengî hem xwest Rojava bikeve hem jî dînamîkên demokratîk ên li Tirkiyeyê bêne tepisandin. Hevseroka AGÎF’ê Îsmînaz Temel li çalakiyê axivî û got, “Êşa me, hêrsa me hîn jî germ e. Em ê bi vê êşê û hêrsê ber bi paşerojê ve bimeşin. Ji ber ku min hemû nas dikir, gelekî bi şens im. Pirsûs Rojava ye. Gel şoreşa xwe, şoreşa jinê parast. Gotin wê şoreşa Rojava bikeve, lê belê Rojava wê timî şoreşa cîhanê be.”
Di çalakiyê de stranên ku 33 qurbaniyan jê hez dikirin, her wiha stranên bi taybetî li ser Pirsûsê hatin amadekirin, hatin gotin. Xizm û hevalên ciwanên hatin qetilkirin jî bîranînên xwe parve kirin. Di çalakiyê de bi Tirkî, Kurdî, Elmanî, Spanî û Îngîlîzî helbest hatin xwendin.
Çalakî bi dirûşma “Şehîdên Pirsûsê namirin” bi dawî bû.