Wan – Nivîskar Bahoz Baran û hiqûqnas Doç. Dr. Êbad Ruhî bal kişandin ser asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî û dan zanîn ku çareserî ne bi dirûşman, lê bi plansazî, huner û bi fermîbûna ziman pêkan e û xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Li Wanê 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ji hêla Şaxa Egîtîm Sen a Wanê ve tê lidarxistin. Ji çar milên Kurdistanê akademîsyen, rewşenbîr û mamosyetên zimanê Kurdî tev li sempozyûmê dibin û nêrîn û nirxandinên xwe ji bo pêşxistina zimanê Kurdî dibêjin. Nivîskar Bahoz Baran ê ji Amedê û hiqûqnas Doç. Dr. Êbad Ruhî yê ji Silêmaniyê tev li sempozyûmê bûn, bal kişandin ser polîtîkayên bişavtinê û ji bo parastina Kurdî pêşniyarên xwe anîn ziman.
‘Divê em qebûl bikin ku em tên bişavtin’
Nivîskar û mamoste Bahoz Baran diyar kir ku ji bo pêşîgirtina asîmîlasyonê divê plansaziyek hebe û got : “Divê mirov netirse û rastiyê ji hev re bêje û divê em qebûl bikin ku em asîmîle dibin. Me wek milet ev rewşa hanê qebûl nekiriye, divê em qebûl bikin. Piştî me qebûl kir, em li ser vê bi rastî biaxivin. Meseleya ziman bi tenê bi dirûşm û panelan çareser nabe. Em dibêjin qey li dinyayê ev tişt nehatiye serê kesî, na, hinek milet hene têk çûne, mesela hinek milet jî hene têk neçûne. Ev milet çawa têk neçûne? Proje û plana wan çi bû, siyaseta wan çi bû? Mesele siyaset e, mesele plansazî û projeya wê ye. Wexta tu plan û projeyên xwe çêbikî, tu dikarî jê xilas bibî. Tu tenê bi dirûşma ‘zimanê me hebûna me ye’ û tu bêjî ‘em naqedin’ û tu tenê panelan çêbikî, ev mesele çareser nabe.”

‘Ji bo Kurdan ziman tiştekî deyumîn tê dîtin’
Bahoz Baran bal kişand ser wê yekê ku ziman di nav Kurdan de wekî mijareke duyemîn tê dîtin, lê belê li cîhanê bingeha her tiştî ye û wiha axivî: “Ziman weke tiştekî biçûk, tiştekî kêm di nava Kurdan de hatiye dîtin. Lê ziman li dinyayê tiştê sereke ye. Milet, dinya, hebûn û însaniyet belkî gişt li ser ziman hatibe avakirin, ji ber ku heta ziman tune be tu nikarî dora xwe nas bikî, tu nikarî dinyayê nas bikî. Ez dixwazim Kurd van meseleyên xwe yên zimanî tenê nexin navbera 15ê Gulanê û 21ê Sibatê. Vê mijarê her dem çalak bikin; lê ne bi dirûşman, em bi fîlman, bi şanoyê, bi pirtûkan û bi tiştên hunerî çalak bikin.”
‘Divê tu li ser ziman kar bikî’
Bahoz Baran destnîşan kir ku bi talîmat an jî bi hêrsbûnê mirov bi zimanê xwe naxivin û wiha got: “Bi talîmatan însan bi zimanê xwe naxivin. Divê tu li ser vî zimanî kar bikî. Vî zimanê ku binketiye tu rakî û li ber dilê wan şêrîn bikî. Tu pê fîzîk, kîmya û biyolojiyê bikî, tu pê hişê çêkirî (AI) amade bikî û her tiştê xwe pê çêbikî. Da ku însan wexta li zimanê xwe mêze dikin, hem jê hez bikin hem jî jê bawer bikin.”
‘Zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî û hiqûqî nayê xwendin’
Doç. Dr. Êbad Ruhî jî bal kişand ser astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê kurdî û destnîşan kir ku ev ziman di qada hiqûqî de tenê li Başûrê Kurdistanê xwedî statû ye û wiha got : “Mixabin kurdî di warê hiqûqî de tenê li Başûrê Kurdistanê di qada perwerdehiyê de tê bikaranîn. Di parçeyên din ên Kurdistanê de, wekî zimanekî fermî û hiqûqî nayê xwendin, her wiha di zanîngehan de jî wekî zimanê hiqûqê perwerdehiya wê nayê dîtin.”
‘Materyalên Kurdî kêm in’
Êbad Ruhî diyar kir ku her çend li Başûrê Kurdistanê bingeheke qanûnî û destûrî hebe jî, materyalên perwerdehiya hiqûqê ji aliyê zanistî ve gelekî kêm in û got : “ Lê li Başûrê Kurdistanê, li ser bingeha fermîbûna zimanê Kurdî û piştgiriya Destûra Iraqê, di madeya 14an û qanûnên zimanên fermî de, perwerdehiya bi zimanê Kurdî wekî qanûnî û maf tê dîtin. Di warê perwerdehiya hiqûqê de jî, çi wekî perwerde û axaftin, çi jî wekî materyal û pirtûk, xebat bi Kurdî çêbûne. Lê pirsgirêk ew e ku pirtûkên me yên orjînal an jî resen heta niha kêm in. Piraniya wan pirtûkên ku tên bikaranîn, pirtûkên ku bi Erebî an jî bi zimanên din hatine nivîsandin in û piştre ji bo Kurdî hatine wergerandin. Ev werger jî ji aliyê kesên ku tenê weke hez û soz berê xwe dane zimanî ve hatine kirin; gelek caran gava tu ji aliyê hiqûqî ve lê dinêrî, bi awayekî pisporî û zanistî nehatine wergerandin, lewma şaştî û kêmasî tê de hene.”
Kêmasiya ferhenga hiqûqî
Êbad Ruhî destnîşan kir ku tevî kêmasiyan jî, piştgiriya hikûmetê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo kurdî gaveke mezin û hêvîbexş e û wiha dewam kir: “Lê wekî destpêk, ev gaveke pir baş û mezin e. Li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hikûmetê ve piştgirî tê dayîn, ev jî tiştekî baş e û pêşkeftin tê de heye. Astengiyên din jî ew in ku heta niha em ne xwediyê zimanekî hiqûqî yê standart in, em ne xwediyê ferhengek an jî qamûseke Kurdî ya berfireh in ku hemû têgehên hiqûqî di nav xwe de bihewîne. Hêvî dikim ku di pêşerojê de aliyên têkildar berê xwe bidin vî warî û xebateke wisa amade bikin. Divê ew têgeh ne tenê di ferhengan de bin, divê bikevin nav pirtûkan, zanîngehan, sîstema perwerdehiyê, sîstema zagonsaziyê û sîstema dadgehan. Bi vî awayî em dikarin zimanekî hiqûqî yê standart, akademîk û berfireh çêbikin.”
‘Kurdî nebûye zimanê hikûmranî’
Êbad Ruhî bal kişand ser ferqa di navbera zimanê rojane û zimanê fermî de û girîngiya hêza têgehan rave kir û got: “Alîyekî din ê pirsgirêkê jî ev e; eger ez bi peyveke Kurdî ji we re bêjim ‘bisekine’, yanî li ser cihê xwe tu tevgerê neke. Lê eger ez bi Îngilîzî, Farisî an jî Erebî ji te re bêjim, ew ne tenê ‘nesekinîn’ e, ew emr e, ferman e û destûrek e ku tê dayîn. Eger tu wê fermanê bi cih neynî, tu bi cezayekî re rû bi rû dimînî. Yanî gotin ne tenê gotineke zimanî an zarokî ye, armanc, ferman û cezayek jî tê de heye. Sedema bingehîn a qelsiya têgehên hiqûqî nebûna desthilatdariya ziman e. Heta niha Kurdî nebûye zimanê hikûmranî, nebûye zimanê emir û fermanan û nebûye zimanê qanûnê. Rast e, Kurdî zimanekî pir dewlemend û zengîn e, hemû peyvên hiqûqî tê de hene, lê nayên bikaranîn. Eger bên bikaranîn jî, wekî aliyê civakî tên bikaranîn, ne wekî aliyê hiqûqî. Hiqûq bi peyv û têgehan tê sepandin. Zimanê Kurdî heta niha zimanê civakî ye, nebûye zimanê hikûmranî. Heta ku nebe zimanê rêvebirinê, qanûnê û perwerdehiya qanûnê, têgehên hiqûqî bi Kurdî wê hêzê negirin. Ji bo ku em bibin xwedî wê hêza di peyv û têgehên xwe de, divê em girîngiyê bidin vê yekê.”
‘Her kes xwedî li zimanê xwe derkeve’
Êbad Ruhî di dawiya axaftina xwe de bang li civakê kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û daxwaza xwe bi van gotinan dawî kir: “Daxwaza min ew e ku her kes di cihê xwe de, di mala xwe de û di çarçoveya jiyana xwe de xwedî li zimanê xwe derkeve. Bi zarokên xwe re, bi dê û bavê xwe re û bi derdora xwe re bi Kurdî biaxivin. Bi tenê eger em vê bikin, em dikarin zimanê Kurdî ji tunebûn, qirkirin û bi birkirinê rizgar bikin. Ez bawer dikim ku heke her kes bi serê xwe xwedî li ziman derkeve, em ê bi ser bikevin.”












