Li Wargeha Xwendekaran a KYKê ya Çîgliya Îzmirê, xwendekarek ji ber formaya Amedsporê li xwe kiribû rastî êrîşeke nijadperest hat. Li ser vê yekê xwendekarên li wargehê dimînin formayên Amedsporê li xwe kirin û bi hevgirtinê bersiv dan êrişa nijadperest.
Li navçeya Çîgliyê ya Îzmirê, li Wargeha Xwendekaran a Kuran a Saziya Kredî û Wargehan (KYK), hefteya borî xwendekarek ji ber ku formaya Amedsporê li xwe kiribû. Komeke nijadperest bi devkî û fîzîkî êrîşî xwendekarên formayê Amedsporê li xwe kiribû kirin. Piştî vê êrîşa nijadperest û cihêkar, xwendekarên din ên li wargehê dimînin, li dijî vê zextê dengê xwe bilind kirin û bi hevalê xwe re çalakiyeke girseyî ya piştgiriyê li dar xistin.
Bi formayan çûn xwaringehê
Piştî ku nûçeya êrîşê li nava wargehê belav bû, gelek xwendekar ketin tevgerê û ji bo protestokirina bûyerê formayên Amedsporê li xwe kirin. Xwendekar ku diyar kirin ew ê li dijî zext û tundiyê paşve gavê neavêjin û bi formayên xwe ve çûn li xwaringeha wargehê. Xwendekarên li xwaringehê bi hev re rûniştin û bi hev re xwarin xwarin. Bi vî awayî xwendekar li dijî êrîşên cihêkar peyama piştgiriyê dan.
‘Em qebûl nakin’
Xwendekaran çalakiya piştgiriyê li dar xistine anîn ziman ku ew ê li kampûsên zanîngehan û li wargehan li dijî her cûre cihêkariyê bertekên xwe yên aştiyane bidomînin.














