Amed – Welatiyê astengdar Atîlla Yenîsoy ku beşdarî meşa “Gavek ji bo aştiyê” ya li Amedê bû, diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe aştî pêk nayê û got: “Ji bo vê yekê divê dewlet zû gavan biavêje.”
DEM Partiyê di çarçoveya daxwazên xwe yên ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” duh li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê meş li dar xist. Yek ji van cihan jî Amed bû. Meşa li Amedê ku bi hezaran kes beşdar bû, ji ber Zindana Amedê ya li navçeya Rezanê dest pê kir û li ber Plazaya AZC ya li Semta Ofîsê bi dawî bû. Di meşê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin berzkirin, pankart û wêne hatin hilgirtin. Di meşê de ji zarokên 7 salî heta pîr û kalên 70 salî, bi hezaran kes amade bûn û bi hev re dengê xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aştî û demokrasiyê bilind kirin.
Yek welatiyên beşdarî meşê bû jî Atîlla Yenîsoy bû. Atîlla Yenîsoy ê astengdar ku kursiya xwe yê astengdariyê ji Bismilê hatibû, tev li meşê bû. Atîla Yenîsoy ku ji destpêka meşê heta dawiyê di pêşiya girseyê de meşiya ji ajansa me re axivî.
‘Heta Rêber Apo azad nebe, aştî nayê’
Atîlla Yenîsoy destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev li meşê bûye û wiha got: “Heta ku Rêber Apo neyê berdan, em vê aştiyê qebûl nakin. Belê, heta ku Rêber Apo azad nebe, aştî pêk nayê. Bêyî azadiya Rêberî, aştî şaşitî ye. Bangawaziya min ji bo gelê me yê Kurd e; bira xwedî li Rêber Apo derkevin. Heta niha rêberê wekî Rêber Apo nehatiye dinyayê. Ji ber vê yekê jî divê gelê Kurd hemû bi hev re xwedî li Rêber Apo û li vê pêvajoyê derkeve.”
‘Divê dewlet zû gavan biavêje’
Atîlla Yenîsoy li dijî gavneavêtina dewletê jî nerazîbûn nîşan da û ev bang kir: “Ev pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Heke dewlet dîsa Kurdan û Serokatî bixapîne, ev yek ne ji bo Tirkiyeyê ne başe. Ji ber vê yekê divê dewlet zû gavan biavêje.”













