Şirnex – Nêzî 5 sal in li Şirnexê daristan bi destê cerdevanan tên birîn. Derket holê ku keyayê gundê Bazêran ji bo birîna daran wekaleteke noterê daye cerdevan Şefîk Babat û Hamît Çekmaz.
Li Şirexê bi salanê bi destê cerdevanan li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û navçeyên Şirnexê dar tên birîn. Bi birîna daran, kanên madenê û lêgerîna petrolê xwezaya herême tê talankirin. Weke Ajansa Welat (AW) me xwe gihand belgeya fermî ya ku vekaleta birîna daran dide cerdevanan. Li gor vekaleta fermî, keyayê gund Saît Evrendî di 16ê Gulana 2025an de li Notera 2an a Cizîrê vekaleta daristanên li gundê Bazêran daye cerdevan Şefîk Babat û Hamît Çekmaz. Gundê Bazêran di navbera Çiyayê Gabar û Cûdî de dimînê û giredayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Bi vê wekaletê cerdevan di nava gund de dikarin daran bibirîn, bifroşin û ezingan bar bikin.
Di belgeya fermî de tê destnîşankirin ku daristanên giredayî Midûriyeta Daristanên Şirnexê ne. Midûriyeta Daristanan dikarê daran bibire, bifroşe û bi saziyên fermî re bikeve tekiliyê. Bi vê wekaletê cerdevan dikarin qada daristanan bidin îhalê û daran bibirin. Tevî ku li gor qanûnan destûra birîna daran aidî Midûriyeta Giştî ya Daristanan e û peywîra keyayê gund ku destûra birîna daran bide tune ye jî, bi awayekî li dijî qanûnî mafê birîna daran danê cerdevanan.
Leşker cerdevanan diparêzin
Gundê Bazêran di navbera çiyayê Gabar û Cûdî de ye. Daristanên derdora gund bi salanê ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Ji aliyê cerdevanan ve di sala 2020an vir ve bi hinceta “Ewlehiyê” li çiyayên Gabar, Cûdî, herêmên Besta birîna daran berdewam dike. Ewlehiya cerdevanan jî lêşker digrin. Darên tên birîn ji bo firotinê dibin bajarên cûda. Bi vê belgeya fermî xuya dike ku bi destûra noterê û wekaleta keyayên gundan ji cerdevanan re destûr hatiyê dayin ku daristanan tune bikin.