• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Rêxistina AKPê ya Şemzinanê ji ber ‘gendeliyê’ hat feshkirin

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Berxwedana karkerên madenê bi ser ket

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

    ‘Divê kujerên Roboskiyê jî bên darizandin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heke daxwazên me bi cih neyên em ê dest bi çalakiyan bikin’

Omer Demîr / AW

30 TÎRMEH 2025 - 08:42
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Amed – Sekreterê SESê ya Şaxa Amedê Ûmît Çetîner têkildarî Peymana Kar a Komî diyar kir ku eger ku daxwazên wan pêk neyên ew ê dest bi çalakiyan bikin û got: “Em ê li Enqerê konê danûstandinên peymanê vekin û dest bi greva giştî bikin.”

Di navbera sendîkayan û Wezareta Tenduristiyê de hevditînên Peymana Kar a Komî berdewam dikin. Hevdîtinên 8emîn di 1ê Tebaxê de dê dest pê bike. Berî hevditînan Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) dest bi çalakiyan kir û daxwazên xwe tînê ziman. Sekreterê SESê ya Şaxa Amedê Ûmît Çetîner têkildarî daxwazên ku dikin ji ajansa me re axivî.

‘Em ê mafên karkeran biparêzin’

Ûmît Çetîner diyar kir ku di navbera sendîka û bi Wezareta Tenduristiyê de heta niha heft caran hevdîtin pêk hatin û got: “Di hevdîtinan de her carî jî ti lihevhatinek pêk nehat û sendîka zirarê dibînin. Di hemû hevdîtinana de sendîkayên zer hebûn û ev yek bû sedema nelihevkirinê. Ji ber ku tevahî sendîkayên zer pêşniyarên desthilatê bi erênî qebûl dikin û ji bo berjewemendiyê karkeran tu tiştî naxwazin. Em jî wekî SESê dibêjin ku em ê ji bo berjewemendiyên karkeran hevdîtinan pêk bînin û mafên karkaran biparêzin. Lê em dibînin ku îro hevdîtin wekî şanoyê pêk tên. Çareserî yekbûna sendîkayî ye û xwerêxistinkirin e.”

‘Divê qanûnên sendîkayê werin çêkirin’

Ûmît Çetîner destnîşan kir ku heta dawiyê ew ê li pişt mafên karkerên tenduristiyê bin û daxwazên SESê yên ji bo girêbesta kar ev yek anîn ziman: “Divê qanûnên sendîkayê werin çêkirin û mafên grevê di nav qanûnan de cihê xwe bigire. Divê qanûna taşeron were rakirin û tevahî karker di nava kadroyan de cihê xwe bigirin. Hewce ye rêjeya bacê yê li ser karmendan were rawestandin û bibe ji sedî %10. Divê xizmeta tenduristiyê bêpere pêk were. Kesên ku bi rêya KHKê ji karê xwe hatine dûrxistin divê dîsa vegerin ser karê xwe. Divê mûlakat were rakirin.”

‘Em ê dengê xwe ji qadê bilind bikin’

Ûmît Çetîner anî ziman ku daxwazên wan pêk neyên ew ê dest bi çalakiyan bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ne tenê di hevdîtinan de em ê daxwazên xwe bînin ziman. Em ê ji bo ku daxwazên me werin qebûl kirin li her qadê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Eger ku daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li Enqerê konê danûstandinên peymanê vekin û em ê daxwazên karkeran bînin ziman. Piştre em ê greveke giştî û bi giştî dest ji kar berdin.”

Etîket: Peymana Kar a KomîSES
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên hiqûq û tenduristiyê: Divê tecrîd demildest bê bi dawîkirin

Saziyên hiqûq û tenduristiyê: Divê tecrîd demildest bê bi dawîkirin

11 NÎSAN 2026
‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

1 NÎSAN 2026
Heyva Sor a Kurd: Rewşa mirovî li Kobanê girantir dibe

SESê ji bo Kobanê serî li Wezareta Tenduristiyê da

29 ÇILE 2026
‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

‘Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe’

21 KANÛN 2025
Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

Rapora 9 girtîgehan hat eşkerekirin

11 KANÛN 2025
Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

6 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê 18 roj in rê girtî ye, gel perîşan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Karkerê Veguherîna Bermahiyan: Bila pergal bizane ku em hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi berxwedana karkeran ber bi 1ê Gulanê ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (993)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne