• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Polîsan sîxurtiyê li belavkarê Yenî Yaşamê ferz kir

Amed / AW

6 TEBAX 2025 - 14:05
Kategorî: ROJANE
A A
Li Taxa Huzurevlerî 2 kesên ku xwe wek polîs dan nasîn gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê, Yunus Emre Yeşîlmen xwarin, sîxurtî lê ferz kirin. Yeşîlmen têkildarî gefxwarinê û ferzkirina sîxûrtiyê serî li ÎHDê da.

Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Yunus Emre Yeşîlmen di 4ê Tebaxê saet di 13.30an de dema li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasê ya Amedê rojname belav dikir ji aliyê 2 kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve pêşî lê hat girtin. Her du kesan hewl dan bi darê zorê Yeşîlmen li wesayîtê siwar bikin, lê wî li ber xwe da. Yeşîlmen li dijî gefa polîsan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.

Yeşîlmen diyar kir ku polîsan bi wesayîteke gewr li pêşiya wî girtine, bêyî ku nasnameya xwe ya polîsiyê nîşan bidin Lêgerîna Agahiyê ya Giştî (GBT) kirine.

Polîsan ji Yeşîlmen re gotine dê çend wêneyan nîşanî wî bidin û dema Yeşîlmen ev daxwaza polîsan qebûl nekiriye hewl dane bi darê zorê wî li wesayîtê siwar bikin. Yeşîlmen wiha axivî: “Min ji polîsan re got ev hewldana revandinê ye û ez siwar nabim. Piştre sekinîn. Ger li wesayîtê siwar bibûma dibe ku îşkence li min bikirana.”

Yeşîlmen anî ziman ku piştre sîxurtî li wî ferz kirine û wiha got: “Ji min re gotin dayik û xwîşka te li Edeneyê di nav xebatên partiye de ne û pirs kirin tu endamê partiyêyî an na? Tu li mala çapemeniyê dimînî, li hemberî avahiya emniyetê ye, tu her sibeyê li malê derdikevî û rojnameyê belav dikî. Tu bi kê re diaxivî, em hemûyan dizanin. Em biçin kafeyekê rûnên û van mijaran biaxivin. Ez li hemberî wan derketim û min got hûn karê min asteng dikin. Piştî GBT’ê çûn.”

Yeşîlmen da zanîn ku bi pêkanîneke derhîqûqî re rû bi rû maye, serî li ÎHDê daye û dê serî li hemû rêyên hiqûqî bide. Yeşîlmen herî dawî got ku dê karê belavkirina rojnameyê bidomîne û paşve gav navêje.

Etîket: belavkargefxwarinÎHDPolîssîxurtîYenî Yaşam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

28 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

27 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

27 HEZÎRAN 2026
ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

26 HEZÎRAN 2026
ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

25 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

20 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (816)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne