DEM Partî, CHP û AKPê navên endamên xwe yên nû yên komîsyonê ji Serokatiya Meclisê re şandin.
Ji bo li cihê 3 endamên ÎYÎ Partî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê endamên nû bên hilbijartin, partiyên siyasî nav ji Serokatiya Meclisê re pêşkeş kirin.
AKPê, ji bo komîsyonê navê Wekîlê Denîzliyê Cahît Ozkan û CHPê jî Wekîlê Enqereyê Umut Akdogan pêşkeş kir.
DEM Partiyê jî Celal Firat weke endamê nû pêşniyar kiribû. Bi vê yekê re dê cihê 3 endamên ÎYÎ Partiyê ku vala mabû, were tijekirin.
Bi diyarkirina endamên nû re komîsyon dê civîna pêş bi beşdariya tevahiya kadroyan li dar bixe. Di rojeva pêş a komîsyonê de sererastkirinên yasayî yên têkildarî pêvajoya çekberdanê, gavên ji bo xurtkirina aştiya civakî hene. Bi vê geşedanê re dê xebatên komîsyonê derbasî qonaxeke nû bibin.