Agirê ku li navçeya Hênê destpêkiribû, li deşta Fîsê û çoltêra Duruyê yên Licê didome. Welatî bi derfetê xwe mudaxaleyî agir dikin.
Agirê ku li navçeya Hênê ya Amedê destpêkiribû, bi dijwarî agir li deşta Fîsê û çoltêra Duruyê yên navçeya Licê ya Amedê didome. Hat hînbûn ku agir bi der û berên herêmê ketiye û ji ber bayê agir her ku diçe gur dibe. Mudaxaleya ku ji aliyê welatiyan ve têne kirin jî kêm dimîne. Gundiyên ku daxwaza helikopterê dikin ji aliyê rayedaran ve hincet têne derxistin û amûrên agirkujiyê nadin wan.
Lê gorî agahiyan, helikopter niha şandine Semsûrê li wir agirê ku derketiye vedimirînin. Agirkuj jî li cihê xwe hatine sekinandîn û naxebitînin. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî li gorî derfetên xwe mudaxale dike lê dîsa jî mudaxele kêm dimîne.