• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

    Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

    Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

    Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

    Rejîmê Îranî Kirmanşan de 2 ciwanê Kurdî qetil kerdî

    Li dijî qetilkirina du birayan daxuyaniya PJAKê: Dê bibin sembola têkoşîn û berxwedanê

    Rejîma Îranê li Kirmanşanê 2 ciwanên Kurd qetil kirin

    Rejîma Îranê li Kirmanşanê 2 ciwanên Kurd qetil kirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

    Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

    Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

    Li Îzmîrê bernameya pîrozkirina cejnê

    Rejîmê Îranî Kirmanşan de 2 ciwanê Kurdî qetil kerdî

    Li dijî qetilkirina du birayan daxuyaniya PJAKê: Dê bibin sembola têkoşîn û berxwedanê

    Rejîma Îranê li Kirmanşanê 2 ciwanên Kurd qetil kirin

    Rejîma Îranê li Kirmanşanê 2 ciwanên Kurd qetil kirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026 - 09:42
Kategorî: FORUM
A A
Merasîma 11ê Tîrmehê ya fesixkirina PKKê ne tunebûn, bidawîbûn bû, nûneriya detspêka nû û veguherînê bû. Berovajî mînakên çekberdanê yên cîhanê, çek radestê rayedarên dewlet an jî saziyekê nehat kirin. Agirê ku di mîtolojî û dîroka Kurdan de xwedî cîhekî girîng e, ji bo merasîma îmhayê hatibû tercîhkirin.

Dîcle Muftuoglu

Agir ji bo Kurdan û di dîroka Rojhilata Navîn de xwedî baweriyek girîng e û pîroz tê dîtin. Di Zerduştiyê de ligel perestina agir, bi Kurdên Elewî û Kurdên Êzidî re jî wek bawerî, ligel hemû Kurdan jî cihekî girîng digire. Zumrudu Anka ku yek ji karekterê mîtolojiya Rojhilata Navîn e, bi navê din Sîmurg jî sembola nemirî û bêdawîbûnê ye. Sîmurg ku di daraza zanînê ya pîroz de xwe bi agir pêça, ji koza xwe ji nû ve vejiya û nûbûnê, ji nû ve avakirinê tesmîl dike.

Wateyek din a bi agir îmhakirina çekan, Agirê Newrozê ye ku di alî dîroka berxwedana Kurdan de cihekî girîng digire. Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaqê zalim têkoşînê dimeşîne û bi agirê li serê çiyê vêdixe serkeftina xwe îlan dike û li dijî binpêkirinê vejîna nû jî dide destpêkirin. Di 11ê Tîrmehê de jî piştî çek bi agirê ku ji aliyê Besê Hozat û Behzat Çarçel ve hat pêxistin ve hatin îmhakirin, vê jî vejîna nû gur kir.

Pêşengiya jinê

Yek esasê ku merasîm cuda kir merasîm bi pêşengiya jinê pêk hati bû. Bêguman Tevgera Azaiya Kurd a bi pêşengiya Abdullah Ocalan, bi pespektîfa jin ne azad bin civak jî ne azad in têkoşîn meşandiye. Li vê axa ku jin hatiye kolekirin, qetilkirin, tunekirin ji nû ve vejîn esas hatiye girtin. Dîroka têkoşîna azadiyê di heman demê de dîroka azadiya jinê ye û perspektîfa hemû xebatên jîneolojiyê ava dike. Ez dixwazim balê bikşînim ser girîngiya pêşengiya jinê ya di vê merasîmê de. Tevgera Azadiya Kurd bê guman bi paradîgmaya xwe li cîhanê hatiye nasîn; lê globalbûna wê zêdetir li ser têkoşîna azadiya jinê pêk hatiye.Têkoşîna jinan a li dijî DAIŞê li hemû cîhanê deng vedaye û ev têkoşîn ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî. Bi serhildana li Îranê re felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ gerdûnî bû.

Besê Hozat di merasîmê de tenê berpirsyariya daxuyaniya li ser navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk negirt ser xwe, pêşengiya veguherînê jî kir. Di alî tevgerê de çek ji dewrê derxistin ne hêsan, rutîn an jî rewşeke ji rêzê ye. Ji bo vê îrade û baweriyek mezin hewce dike.

Jina di asta bindestiyê de di vê têkoşîna ku 47 sal bezandiye de bi xwe re mêr û civak jî guhertiye. Jinên di tevgerê de azad bûne axa koletiyê avêtine û veguherine damarê xwedawendî û kokên jinê. Rola wê ya pêşeng a di veguherîna civakê de ew kir pêşenga têkoşînê jî. Bê guman vê pêşengiyê di temamiya têkoşînê de rolek mezin lîstiye. Abdullah Ocalan sedema ku jin kiriye navenda têkoşîna azadiyê bi van gotinan vedibêje: “Hezkirin û rêz, bi estetîk û exlaqê azad pêkan e. Di navenda vê de bicihkirina jinê rast e. Jina azad a bi çalakiya azadiyê vejiyaye û jiyana li dora wê pêş ketiye, wê dostane û xweş bin. Di vê mijarê de gumana min tuneye. Ji bo vê min karkeriyek evîn û azadiyê ya jinê ya mezin meşand. Di alî etîk de berprisyariya jinê berfirehtir e. Be guman ez di vir de behsa jina ku sî û alava mêr e nakim. Ya mijara gotinê, jinên wekhevî, azadî û demokratîkbûn esas girtiye.”

Sembola azadî, wekhevî û demokratîkbûnê Besê Hozat, di wê merasîmê de ne tenê komeke gerîla ya 30 kesî, Konseya Rêveber a KCK’ê, Tevgera Azadiya Kurd temsîl dikir. Di heman demê de şerê xwedawend Tîmat,  Kurdên li Zîlanê hatine qetilkirin, berxwedana Zarîfe Xanimê, jinên di terteleya Dersîmê de hatin qetilkirin, windakirin, revandin, Berîtana li dijî îxanetê berxwedan nîşan da, jinên bûn Newroz, Sema Yuce, Bêrîvan û Ronahî temsîl dikir. Jinên pêşeng ên Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi Besê Hozat re ku destûr nedan feodalbûnê, di têkoşîna 50 salî de nîşanê hemû cîhanê dan ku azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e. Niha jî bi kelecaneke mezin pêşengiya aştî û civaka demokratîk dikin.

*Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosyaya ‘Jin û aştî’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye wergirtin.

Etîket: agirBesê Hozatçek berdançek şewitandinDîcle MuftuogluNewrozpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

27 GULAN 2026
Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

26 GULAN 2026
Li Bismilê ji bo endamên PKKê şîn hat danîn

Li Bismilê ji bo endamên PKKê şîn hat danîn

22 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

3 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rejîma Îranê li Kirmanşanê 2 ciwanên Kurd qetil kirin

    Rejîma Îranê li Kirmanşanê 2 ciwanên Kurd qetil kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îmhaya bi agir û vejîna nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Afganistanê krîza însanî û tundiya li ser jinan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 79 saziyên Êzidiyan hişyariya ‘projeyên GESê’ destwerdana li xaka pîroz e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî qetilkirina du birayan daxuyaniya PJAKê: Dê bibin sembola têkoşîn û berxwedanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (746)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne