Polîs H.D., li navçeya Nazîliyê hevjîna xwe ya di qonaxa hevberdanê de bû, kuşt.
Polîsê H.D. ku li Taxa Zaferê ya navçeya Nazîlî ya Aydinê dijî, hevjîna xwe ya di qonaxa hevberdanê de bû, kuşt. Polis di êrîşê de ew bi çekê bi giranî birîndar kir. Piştî welatiyan nûnerên tenduristî û polîs agahdar kirin, yekîneyên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê. Piştî mudaxileya ewil, jina birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nazîliyê. Jina birîndar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê jinê ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.
Piştî bûyerê polîsê kujer H.D. binçav kirin.