Enqerê – Numan Kurtulmuş ku beriya guhdarkirina Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê di meclise de axivî anî ziman ku êşên hatinê kişandin êşên hevpar in û got ku bila kes bi êşan nekeve pêşbirke.
Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş di civîna Komîsyona, Demokrasî, Xwişk û Biratî ya Piştgiriya Mîllî” ku di çerçoveya ‘pêvajoya’ çareseriya pirsgirêka Kurd de li Meclîse hatiye avakirin de axivî. Numan Kurtulmuş beriya guhdarkirina Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û nûnerên Komeleyan û wakfan axivî.
Numan Kurtulmuş anî ziman ku êşên ku hatinê kişandin êşên hevpar in û divê kes pêşbirka êşan neke û ev tişt gotin: “Tiştên ku berê hatinê kirin ji bo ku careke din neyê jiyîn em van civînan dikin. Em ji bo pêşerojeke hevpar di vê komîsyonê de civînan li dardixînin û hevdu guhdar dikin. Em dizanin ku hin kom hene ku dixwazin vê pêvajoyê jehrî bikin. Me duh ev yek wekî hişyariyek anî ziman. Mixabin, pêşketinên duh nîşan dan ku em di hişyariya xwe de çiqas rast bûn. Pêşkêşkirina hin mijarên ku qet di vê komîsyonê de nehatine nîqaş kirin, heta berî damezrandina komîsyonê jî nehatine nîqaş kirin, û di tu demê de di dema hebûna komîsyonê de ji hêla endamên komîsyonê ve nehatine parvekirin, wekî ku ew di rûniştinên nepenî de hatibin nîqaş kirin, bi kêmanî provokasyonek eşkere ye. Em li dijî wan kesên ku provokasyonên wiha dikin derdikevin. Ev netewe ber bi pêşerojek aştî, aramî û edaletê ve biçe, pîvanên demokratîk ên bi rastî bilind biparêze, da ku careke din êşa ku kişandiye nejî. Em hevî dikin ku di demekê kurt de xebatên komîsyonê temam bikin û berpirsyariya xwe ya li hemberî gel pêk bînin.”