• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

    PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

    Parêzgarê Hesekê: Bi ruhê berpirsyariyê tev bigerin

    Parêzgarê Hesekê: Bi ruhê berpirsyariyê tev bigerin

    Li Bucayê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pîrozkirin

    Li Bucayê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pîrozkirin

    Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

    Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

    Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

    Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

    Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

    Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

    PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

    Parêzgarê Hesekê: Bi ruhê berpirsyariyê tev bigerin

    Parêzgarê Hesekê: Bi ruhê berpirsyariyê tev bigerin

    Li Bucayê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pîrozkirin

    Li Bucayê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pîrozkirin

    Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

    Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

    Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

    Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

    Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

    Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mîtînga Wanê: Divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were

Navenda Nûçeyan / AW

23 TEBAX 2025 - 21:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mîtînga li Wanê “Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve” ya ku ji aliyê DBP, TJA û DEM Partiyê ve tê lidarxistin, bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hat. Di mîtîngê peyama “Azadiya birêz Ocalan êdî deynê me ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin” hate dayîn.

Mîtînga li Wanê ya ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve bi dirûşmeya “Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve” bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hat. Girse bi berzkirina dirûşmeyên Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” wekî lehiyê ber bi qada mîtîngê ve herikî. Her wiha 223 karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibûn avêtin, bi pankarta “Em kar û nanê xwe dixwazin” ketin qada mîtîngê. Piştî ku qad tijî bû, mîtîng dest pê kir. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê  destpê kir. Li qada mîtîngê posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Bi vê yekê re qad bi yek dengî bi deqeyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

‘Divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were’ 

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di mîtîngê de axivî û wiha got: “Em di demên pir girîng re derbas dibin. Banga aştiyê ya birêz Ocalan di civakê de atmosferek aştiyê afirand. Heta ku aştiyek bi rûmet pêk were, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tecrîd sûcek li dijî mirovahiyê ye û em ê vê yekê qebûl nekin. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

‘Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike’

Piştî Gulşen Kurt, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muzeyyen Butun axivî û got, “Piştî ku birêz Ocalan banga aştiyê kir, kongre li dar ket û çek hatin îmhakirin. Ji niha û pê ve, em di qonaxek nû de ne. Muxatabê aştiyê birêz Ocalan e. Divê em teqez vê aştiyê pêk bînin. Komîsyonê gazî dayikan kir ku guhdarî bike, lê wan nehişt ku ew bi Kurdî biaxivin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Divê deriyên girtîgeh bên vekirin û divê ew bi malbatên xwe re bibin yek. Em soz didin ku ji bo aştî û azadiyê çi ji pêwîst be em ê bikin û em ê aştiyê pêk bînin.”

Piştî hunermend Aylîn Demîrkaya derket ser dikê û bi stranên xwe girse coşand.

‘Heta azadiya birêz Ocalan pêk were em ê têbikoşin’

Piştre Hevseroka DBPê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir diyar kir ku gelê Wanê careke din helwestek bi rûmet nîşan da û got, “Niha pêvajoyek heye û Birêz Ocalan pêşengiya wê dike. Zîhniyeta kesên ku 100 sal in dijminatiya me dikin hîn jî neguheriye. Komîsyonê nehişt ku Dayikên Aştiyê bi Kurdî biaxivin. Gel bi ziman û çanda xwe heye. Kes nikare ziman û çanda me înkar bike. Em kesên ku asîmîlasyonê li ser me ferz dikin nas nakin. Birêz Ocalan ji bo ev înkar û asîmîlayon ji holê rabe têdikoşe. Azadiya birêz Ocalan êdî deynê me ye. Heta ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Pêwîste hikûmet û dewlet jî biguherin’

Aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak jî axivî û diyar kir ku komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got, “Ev ne daxwazek an ferzkirinek siyasî ye; ev pêwîsteke ji bo çareseriya demokratîk û veguherînê ye. Ger çareseriya pirsgirêkê di parlamentoyê de derbas bibe, divê pêşî ev hevdîtin pêk were. Birêz Ocalan, wekî nûnerê aştiyê û navnîşana çareseriyê bangek li gelê me kir. Bi vê bangê re deriyê serdemeke nû ya li ser bingeha veguherîna demokratîk vebû. Em ji aştî, çareserî û jiyaneke wekhev û demokratîk re amade ne. Lê ne pêkan e ku ev pêvajo yekalî bimeşe. Pêwîste hikûmet û dewlet jî biguherin. Di bin rejîma wesayetê de ne pêkan e ku pêvajoyeke bi tendurist were meşandin. Beriya her tiştî, divê rêz li îrade û dengê gel were girtin.”

‘Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin’ 

Gultan Kişanak anî ziman ku divê gel yekîtiya neteweyî xurt bike û xwedî li îradeya xwe derkeve û wiha domand. “Em ne yên li bendê ne, em parçeyeke çareseriyê ne. Em ê xwedî li nasname, ziman û yekîtiya xwe derkevin. Wek jin, em ê erkên xwe bicîh bînin. Jin ên ku nîvê nifûsa Kurd pêk tînin, divê li eniya pêş a têkoşînê bin. Hevgirtin rêgeza me ya herî bingehîn a civaka demokratîk e. Wekî gelê ku têkoşîna azadiyê dimeşînin divê em jî dawî li tundiya li dijî jinan bînin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di mîtîngê de axivî. Bakirhan diyar kir ku Abdullah Ocalan  di vê pêvajoyê de kedeke mezin daye û wiha axivî: “Ji bo Tirkiyeyê ji kaos û krîzê rizgar bibe deriyek vebûye. Lê tecrîd hîn jî berdewam dike. Tecrîda li ser  birêz Ocalan tê ferzkirin tecrîda li ser aştiyê ye. Ev tecrîd li se r me hemûyan e, li ser hêviya aştiyê ya 86 milyon kesan e. Divê ev tecrîd demildest were rakirin û şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên afirandin û karibe bi awayekî azad fikrên xwe bigihîne gelan. Ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, divê ev şert û merc werin afirandin. Ji 25’ê Tîrmehê vir ve, hevdîtinên bi birêz Öcalan re hema hema kêm bûne. Çima? Ma deriyê Îmraliyê kaniya di destê we de ye? Hûn mehekê vedikin, piştre digirin. Ma hûn bi vî rengî piştgiriyê didin vê pêvajoyê? Ma em ê bi vî rengî aştiyê pêk bînin? Ev nêzîkatiya ‘mehekê veke, mehekê bigire’ xizmetê ji pêvajoya aştiyê re nake. Divê ev nêzîkatî demildest were terikandin û divê şert û mercên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin.”

Piştî axaftinan hunermend Xecê deket ser dikê û bi hezaran kesan li ber stranan govend gerandin.

Etîket: AzadiMîtîngOcalanWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

21 ADAR 2026
Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê Newroz li Bakur Serhildan e

Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê Newroz li Bakur Serhildan e

21 ADAR 2026
Di Newroza Sêweregê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Di Newroza Sêweregê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

20 ADAR 2026
Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

Bi 77 meşaleyan Artemêtan ronî kirin

18 ADAR 2026
Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

14 ADAR 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Li Nisêbîn, Kop, Xelfetî û Misircê Newroz hate pîrozkirin

14 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pîrozbahiya li çiyayên Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Amedê wêneyên biryardariya azadî û yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Amedê bi slogana ‘Yek e Kurdistan yek e’ bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sozdar Avesta peyama Abdullah Ocalan xwend

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîmenên rengîn û ruhê Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (850)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne