Komeleya Rojnemevanên Dîcle Firatê êrîşa li hember rojnemevan Hêmin Mamend şermezar kir.
Komeleya Rojnemevanên Dîcle Firatê (DFG) êrîşa li hember Hêmin Mamend şermezar kir û xwest êrîşkar û hevkarên wan demildest werin aşkerekirin. DFGê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabên medyaya dîjîtal de anî ziman ku heya niha li Silêmaniyê gelek hevalên wan ên rojnemevan hatine qetilkirin, ew van êrîşan qebûl nakin û dê hesaba wê bipirsin.