Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtigehê berdana Fahiye Ceylan 8 caran taloq kirin. Dayika Fahiye Ceylan, Sultan Ceylan diyar kir ku 10 sal çêbû ku nikare biçe hevdîtina keça xwe û got: “Bi keyfî wê bernadin. Ez dixwasim demildest keça min berdin.”
Li Tirkiyeyê di 3 salên dawî de 8 hezar û 521 girtî ji ber nêzîkatî û biryarên keyfî yên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehan dîl tên girtin. Her çend cezayên wan diqetin jî li ser daxwaz û biryara rêveberiya girtîgehê girtî nayên berdan û du caran têne cezakirin. Yek ji van girtiya ku cezayê wê qediya ye jî Fahiye Ceylan e. Rêvberiya girtîgehê bi hincetên kêfî 8 car in berdana wê asteng dike. Fahriye Ceylan 32 sal in girtî ye û li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê girtiye. Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê 8 car in berdana Fahriye Ceylan taloq dike. Her çend diviya bû 2 sal berê bihata berdan jî rêveberiyê ew dîl girtiye û bernadin. Berdana wê bi hincetên ‘îfadeyên samîmîn nade’, ‘poşman nabe’ taloq dikin. Rêveberiyê dîsa bi hinceta ‘ne amadeye derkeve nav civakê’ taloq kir.
10 sal in keça xwe nedîtiye.
Sultan Ceylan diyar kir ku cezayê keça wê temam bûye, du sal in bi cezayên lê dibirin bernadin û wiha got: “10 sale neçûme hevdîtina keça xwe. Dema keça min nû hat girtin salekê li Amedê ma. Piştre şandin Êlihê. Li wir 17-18 salan girtî ma. Piştre şandin Edeneyê. Salekê li wir ma û piştre şandin Alanyayê. 12 sale li Alanyayê ye. Dûr e. Ez nexweşim. Dilê min diêşe. Ez du sal berê anjiyo bûm. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Bila kes nemire. Em aştiyê dixwazin.”
‘Dizanin gel xizan e’
Sultan Ceylan destnîşan kir ku bi taybet girtiyan ji malbatê dûr dixin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin aştî pêk bê. Bila ev binpêkirin bidawî bin. Alanya dûr e. Dizanin gel xizane û nikarin biçin cihê dûr. Me got em pere bidin bila bînin Amedê lê qebûl nekirin. Ev 10 sale ez nikarim biçim cem keça xwe. Rewşa hemû girtiyan wek heve. Eziyetê bi me dikin. Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila bibin hevparê vê dozê. Bila zirar negihêje zarokên me. Em dest bidin hev bila ev eziyet bi dawî be.”
Fahriye Ceylan wê 30ê Kanûnê derkeve lijneya girtîgehê.