Meclîsa HDKê ya Enqereyê û DADê li taxa Tuzluçayîr a Mamakê şahiya “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist.
Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Enqereyê û Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), li Parka Haci Bektaş Velî ya li taxa Tuzluçayîr a Mamakê ya Enqereyê şahiya “Aştî û Civaka Demokratîk'” li dar xist. Şahî bi gerandina govend û stranan bi coş destpê kir. Rêxistinên girseyî yên demokratîk jî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de ewilî Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglu axivî. Alî Kenanoglu anî ziman ku civaka elewî êdî ne civaka elewî ya berê ye û wiha got: “Em vê pêvajoyê wekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dikin. Îktîdar jî dibêje ‘Tirkiyeya bêteror’. Dema em dibêjin aştî, ew ji me dipirsin ‘Ma hûn ê yekser hev hembêz bikin?’ Aştî ne wisa ye. Bi aştiyê re wê qada siyaseta demokratîk vebe. Bi rakirina hinceta terorê, em ê li hemberî pratîkên dij-demokratîk xeta demokrasiyê berfirehtir bikin. Me heta niha kengî piştgirî da rejîma yek-mirovî? Li ser van xakan, em ê pirsgirêkên elewiyan û kurdan li ser bingeha demokrasiyê çareser bikin. Eger em dixwazin li vî welatî aştiyê saz bikin, divê em poştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”
‘Ji bo aştî demokrasî têbikoşin’
Paşê Endamê Meclîsa Karkeran a HDKê Yilmaz Yildirimci axivî û got: “Ji bo ku nasname û bawerî bi wekhevî bijîn, em hewl didin ku zemînekê çêbikin. Ji bo avakirina aştiya civakî em têdikoşin. Ji bo avakirina aştiyê û azadiya kedê, em ê bi hev re têbikoşin.”
Nivîskar Sergen Sucu jî li ser redkariya wijdanî û neçûna leşkeriyê rawestiya û wiha got: “Wekî kurdekî, di malbata min de gelek şîn hatine jiyîn, ez nikarim bibim sedem ku malbateke din êşê bikişîne. Divê her kes şer red bike. Elewî bi sunnî re, sunnî bi elewî re divê pevçûnê red bike. Em hemû bi hev re, bi hemû rengên xwe, nikarin bibînin ku em dikarin bi hev re bijîn û hebin.”
‘Heta Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabin’
Dayika Aştiyê Hatice Ay jî bal kişand ser girîngiya aştiyê û ev tişt anî ziman: “Ez ji Amedê, ji Licê me. Ez di nav zilmê de mezin bûm. Min her cure zilm dît. Me girtîgeh, mirin, îşkence, talan û wêranî, kuştina zarokan, her tişt dît. Piştî van hemûyan, ez hatim Enqereyê. 30 sal in li Enqereyê me û hêj ez bi tirkî nizanim, naxivîm û ne jî fêr bûme! Çima, dizanin? Ji ber ku min ji ber zimanê xwe zilm dît. Ev ziman Xwedê daye me, Xwedê em wekî kurd afirandine û Xwedê her kes bi awayekî cuda afirandiye, zimanên cuda daye wan. Ma em ê niha vê qedexeyê qebûl bikin? Ev qedexe li ser zimanê ku Xwedê daye me tê kirin. Ji ber vê yekê, gerîlayên ku ji bo vê yekê şer dikin, hemû şehîd in. Çima, dizanin? Ji ber ku ew li dijî vê biryara qedexeyê şer dikin. Abdullah Ocalan 25 sal e di girtîgehê de ye! Çima ew li wir e? Ji ber ku gotiye ‘Em hemû bi hev re yek bin, bi hev re bijîn.’ Ji ber ku gotiye ‘Elewî, êzidî, kurd, tirk, çi dibe bila bibe, em hemû yek in. Birêz Abdullah Ocalan ew 25 sal e di girtîgehê de ye û heta ew azad nebe, ev pirsgirêk jî çareser nabe. Dema Ocalan azad bibe, paşê Selahattin Demirtaş û girtiyên siyasî û nexweş azad bibin, wê demê pirsgirêk çareser dibe. Ocalan ferman da, gerîlayê çek û topên xwe anîn û şewitandin. Li ber çavên her kesî çekên xwe imha kirin. Fermanên wî cîh anîn! Hûn jî fermanên wî cîh bînin, tiştekî bibêjin, gavekê bavêjin. Me heta vê temenê ev qas zilm dît û her carê me got aştî. Careke din jî em dibêjin aştî…”
‘Bêyî jinan civaka demokratîk çênabe’
Herî dawî jî endama Meclîsa Jinan a HDKê Elîf Aslan axivî û destnîşan kir ku pêdiviya jinan ji aştiyê heye û got: “Hefteya borî 3 jinên ciwan ên 15 salî hatin kuştin. Her kes qebûl dike ku civak xirab bûye, lê kes li sedema wê nanihêre. Sedema van bûyeran jîngeha pevçûnê ye. Avakirina civaka demokratîk tê wateya ku jinên ciwan li her derê dengê xwe bilind bikin. Jin ne tenê bi jiyana xwe, lê bi bindestên vê civakê re jî eleqedar in. Divê jin di aştiyê de israr bikin. Bêyî jinan civaka demokratîk çênabe, aştî çênabe.”
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.