MEBYA-DERê li navçeya Farqînê serdana goristanên Gaza Topê û Taxa Tekelê kir. Hevserokê MEBYA-DERê ya Amedê Ramazan Dengîz da zanîn ku dê lîsteya gorên di goristanên bêkesan de hatine veşartin amade bikin û got: “Em ê bi israr bin da ku wan dayikên dilşewat bikin xwedî mezel.”
Bi pêşengtiya MEBYA-DERa Amedê de di çarçoveya bîranîna cangoriyên meha Gulanê de serdana goristanên Gaza Topê û Gaza Tekelê yên li navçeya Farqînê ya Amedê hate kirin. Li Goristana Gaza Topê gora 57 kesên ku di salên 2015-106an de dema şerê qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dane hene. Ji bilî nasnameya 3 kesan nasnameya 54 kesan nehatiye diyarkirin û gorên wan bênav in. Li Goristana Tekelê jî gora 37 kesên ku di sala 1993yan de di otobusekê de hatibûn şewitandin û gora 13 kesên ku nasnameya wan nediyar hene.
Endam û rêveberên MEBYA-DERê, malbatên cangoriyan û gelek kesan serdana goran kir. Girseya ewilî çû serdana Goristana Gaza Topê li wir deqîqeyekê rêz girt.
‘Divê em van mezeltan bixemilînin’
Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEBYA-DERê ya Amedê Ramazan Dengîz di serdanê de axivî û bal kişand ser giringiya xwedîderketina li goristanên bêkesan. Ramazan Dengîz diyar kir ku ew weke saziyê ji bo vî karî amade ne û wiha got: “Divê armanca me be ku em van mezelan bixemilînin û xwedî li wan derkevin. Em ê bi israr bin da ku wan dayikên dilşewat bikin xwedî mezel û hesreta wan bi dawî bibe. Di nav sînoran de çiqas goristanên me yên bêkes hebin, di vê pêvajoyê de çi ji destê me tê em ê bikin. Ev karê me ye, em ê lîsteyên wan amade bikin û keda wan bê bersiv nehêlin.”
‘Bi hezaran dayik di bendewariyê de ne’
Dû re Nûnerê MEBYA-DERê yê Farqînê Zekî Bayram jî bal kişand ser kesên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Bi hezaran dayik hene ku bi hesret li benda zarokên xwe ne. Her cejn, karê ewil ê malbatên me ew e ku serdana van qehremanên bênav bikin. Em di kesayeta van şehîdan de, hemû canfedayên şoreşê bi bîr tînin.”
Girseyê pişt re serdana Goristana Tekelê kir û li wir dua kirin. Serdan bi kirina duayan bi dawî bû.
MEBYA-DER dê heta 18ê Gulanê di çarçoveya bibîranîna cangoriyên meha Gulanê li navçeyên Erxenî, Pîran, Licê, Hezro, Pasûr, Hênê û Goristana Yenîkoyê ya navçeya navendî Rezanê serdana goristanan bidomîne.


















