Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê di çarçoveya piştevaniya operasyonên li dijî CHP’ê roja înê dê biçin serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel.
Bi boneya piştevaniya CHPê, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, dê roja înê biçin serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel.
Di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê de ku di 8’ê Îlonê de hate lidarxistin, hat gotin ku ew ê li dijî operasyonan piştgiriyê bidin CHP’ê. Biryara serdanê piştî civîna MYK’ê hate dayin.