Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku heta meclîs neketiye betlanê divê çarçoveya qanûnî bên çêkirin û êdî neyê taloqkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe ya meclîsê de rojevên heyî nirxand. Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de Denîz Poyraz bi bîr anî û xwest kuştina Denîz Poyraz bê ronîkirin û kûjer were cezakirin.
Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û destnîşan kir ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên pêwîst bên avetin û wiha got: “Êdî çarçoveya qanûnî nayê taloqkirin. Ji bo çareseriyeke mayindê divê qanûnên civaka demokratîk, qanûnên hemwelatiyên azad û firehkirina demokrasiya herêmî bên çêkirin. Ji bo wê jî em vê bangê dikin; Heta meclîs neketiyê batlaneyê divê ew gav bên avetin. Ji ber her ku pêvajoya aştiyê tê dirêjkirin bawerî kêm dibe. Divê meclîs hefteya pêşiya me çarçoveya qanûnî çê bike û dîrokê binivisîne. Êdî dem hatiyê em sedsala nû bi hev re ava bikin û sed sala derbasbûyî li pey xwe bihêlin.”
Çareserî komara demokratîk e
Di nirxandina xwe de Tuncer Bakirhan diyar kir ku çareseriya ji vê qeyranê derketin xurtkirina demokrasî, hiqûq, hemwelatiya wekhev û aştiya civakiyê û ew pêşniyar kir: “Komara Demokratîk hewcedariyeke. Hevpeymana bi hev re jiyînê ye. Bingeha wê jî hemwelatiya wekhev e. Her wiha çareserî bi hiqûqê pêkan e. Divê dadgeh xweser û bi edalet be. Divê pergala aborî di çarçoveya edalet û wekheviyê de ji nû ve bê sazkirin. Bi komara demokratîk ve hiqûq û edalet xurt dibe. Ji bo komara demokratîk baweriya me ji karkeran û gelên me heye. Mifteya van çareseriyan jî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêk çareser nabin. Bi çareseriya pirsgirêka Kurd komar dikare demokatîk bibe. Li Stenbolê jî konferanseke ji bo veguherîna komara demokratîk hebû. Di wir de jî hat gotin; Çareseriya van pirsgirêkan bi demokratîkirina komarê pêkan e. Çareserî bi înkar û îmhayê nabe, bi aştiya welatiyan re pêkan e.”
Krîza piralî

Tuncer Bakirhan da zanîn ku li Tirkiyeyê krîzeke piralî heye û ev nirxandin kir : “Ji ber ku pergal şûna krîzan çareser bike kûrtir kir. Yên dibin desthilat li ser li dijitiyê û dijminatiyê desthilatdariya xwe bi rê ve dibe. Ew jî bi xwe re tirs û krîzan tîne. Em jî dibêjin dem dema aştiyeyê. Li vî welatî Kurd, Elewî, Roman, Suryan, Ermenî û pêkhateyên cuda weke xetere hatin binavkirin. Her tim beşek civakê weke xetere hat dîtin. Partiyên Kurd ên demokratik gelek caran rastî girtinê hatin û doza girtinê ya HDPê jî berdewam dike. Lê tevî girtinan jî gel xwe bêhtir bi rêxistin kir. Îro jî biryara ‘Betalkirina Teqez’ a li dijî CHPê di rojevê de ye. Dibe ku ew biryar li dijî partiyeke be lê pirsgirêk a hemû kesan e. Ji ber ku îro CHPê lê sibe ne diyare dor a kê ye. Divê dadgeh nebe amureke zextê ya desthilatê. Pergalê her tim ji xwe re dijminek dîtin û bi siyaseta tirsê civak bi rê ve birin. Siyasta li ser tirsê avabûyê bi xwe re bê hiqûqî anî. Siyaseta taloqkirinê jî hişt ku pirsgirêka Kurd û mafê civakê neyên çareserkirin. Lê berdelên van siyasetan ji bo civakê pir giran bû. Ew yek bi xwe re çete, mafya û firoşkarên tiryakê ava dike û dibe sedema rizîbûna civakê.”
Krîza aborî û çalakiya karkeran
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku krîza aborî her diçe kûrtir dibe û wiha pêde çû :”Civak bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Êdî welatî nikarinê dawiya mehê bînin û debara xwe bikin. Her wiha li gelek deran çalakiya karkeran a ji bo heqdestê xwe û rûmeta xwe hene. Çalakiya karkeran nîşan dide ku azadî û nan ji hev nayê cudakirin. Em çalakiya karkeran silav dikin. Em li rex daxwazên mafdar a karkeran in. Karker ji ber ewlehî nayên girtin li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Em kesên jiyana xwe ji dest dane jî bi rêzdarî bibîrtînin.”
Her wiha Tuncer Bakirhan bal kişand ser peymana di navbera Îran û Amerîkayê jî û got ku ew hêvî dikin peyam bibe wesîleya aştiyê.













