Stenbol – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê di hefteya 743emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Resûl Baltaci çalakî li dar xist û xwest ku Resûl Baltaci bê berdan û dermankirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya ‘Rûniştina Fyê’ di hefteya 743emîn de li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Parastvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Resûl Baltaci yê ku di Girtîgeha Duzce Tîpa Tyê de tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankertên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Resûl Baltaci bê berdan” hate vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin.
Daxuyaniya bi Tirkî Endamê ÎHDa Stenbolê Meryem Bars xwend.
‘Mafê tenduristiyê ya Resûl Baltaci tê binpêkirin’
Meryem Bars anî ziman ku îro ew rewşa girtiyê nexweş Resûl Baltaci yê ku di Girtîgeha Duzce Tîpa Tyê de tê ragirtin parve dikin û got: “Resûl Baltaci tevahî ku cezayê wî xilasbûye jî ev 4 sal e nayê berdan. Nexweşiyên Resûl Baltaci yên hipertansiyon, diyabet, fitika pişt û romatizma heye. Bi sedema van nexweşiyan Resûl Baltaci êş dikişîne û bi tena serê xwe nikare bimeşe. Resûl Baltaci dema ku diçe nexweşxaneyê rastî sepanên bêrûmetî re rûbirû dimîne. Kurê Resûl Baltaci di derbarê bavê xwe de van agahiyan dabû ‘Em xemgînin ku rewşa bavê min di girtîgehê de werê asta nevegere. Mafê jiyanê divê di her rewşê de were parastin. Em dixwazin kesên pispor rewşa bavê min binêrin û li gorî wê bi awayekî azad be dermankirin. Divê kesê ku 34 sal e di girtîgehê de ye be bihîstin. Em îmtiyazê naxwazin, em dixwazin ku mafê tenduristiyê be bi cih anîn. Bavê min bi hinceta ne di rewşa baş de ye, ev 4 sal e nayê berdan.’ Tevahî ku rewşa giran mafê tenduristiyê ya Resûl Baltaci tê binpêkirin. Em dixwazin ku Resûl Baltaci demildest were berdan.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.















