Amed – Yek ji şahidê Darbeya 12ê Îlonê Rêveberê Komeleya 78an a Amedê Huseyîn Bariş qala hovîtiya li Zindana Amedê hatiye pêkanîn kir û wiha got: “Heta di nava civaka Kurd û Tirk hevrûbûnek çênebe, meseleya Kurd çareser nabe.”
Di 12ê Îlona 1980an de bi serkêşiya Serfermandarê Artêşa Tirk Kenan Evren li Tirkiyeyê darbeya leşkerî pêk hat. Di ser darbeya leşkerî ku 650 hezar kes hatibûn binçavkirin, 230 kes hatin darizandin û ji 517 kesên hatin darizandin re cezayê darvekirinê hatiye birîn re 45 sal derbas bûn. Li gel darbeya ku Serfermandarê Giştî yê serdemê Kenan Evren pêşengtiya wê kir, rewşa awarte hate îlankirin, di serî de partiyên siyasî û sendîka bi hezaran saziyên sivîl ên civakî hatin girtin. Di vê pêvajoyê de milyonek û 683 hezar kes hatin fîşkirin, bi sedan cinayetên kiryar nediyar çêbûn li Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) 210 hezar doz hatin vekirin. Di van dozan de 7 hezar kes bi darvekirinê hatin darizandin, ji 517 kesan re cezayê darvekirinê hate birîn û ji van 50 jê hatin darvekirin.
Di îşkenceyên ku wê serdemê li girtîgehan û navendên binçavkirinê hatin kirin de 300 kesan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan û hate belgekirin ku 171 kes ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Bi darbeyê re Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5an a Amedê ku rêveberê wê serpel Esat Oktay Yildiran bû, veguherandin navenda îşkencexaneyê. Di encama van îşkenceyan de li vir 34 kes hatin qetilkirin. Tiştên li Girtîgeha Amedê ku bi îşkenceyan dihat zanîn û di lîsteya “10 girtîgehên herî bi nav û deng ên cîhanê” ya rojnameya The Timesê de cih girt, qewimîn di vê serdemê de pêk hatin. Yek ji şahidê vê serdemê jî Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78an a Amedê Huseyîn Bariş e.
Huseyîn Bariş di 16ê Gulana 1981an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tê binçavkirin. Huseyîn Bariş wexta tê binçavkirin karmendekî dewletê bûye. Mehekê li Tûgaya Bolûyê ya Seyar tê îşkencekirin. Dû re wî dibin Fermandariya Leşkerî ya Mêrdînê mehekê jî li wir tê îşkencekirin. Piştî re ji bo ku li gorî dilê îşkencekaran îfadeyê nade dibin ber sêdarê û jê re dibêjin ‘em ê te darve bikin’. Dû re Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) derbarê wî û 16ê kesên din biryara girtinê dide û wan di 13ê Tîrmehê de dibin Zindana Amedê.
Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78an a Amedê Huseyîn Bariş têkildarî salvegera 45emîn a Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê ji ajansa me re axivî.
Huseyîn Bariş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser “Nifşê 68an” û qala pêvajoya salên 70yî kir. Huseyîn Bariş bi lêv kir ku “Nifşê 68an” bandor li Tirkiyeyê û Kurdistanê jî kir. Huseyîn Bariş da zanîn ku piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê hate kirin her tişt bi qanûnên leşkerî hate birêvebirin û di vê çarçoveyê de qanûn hatin çêkirin. Huseyîn Bariş got ku “Bêguman darbe ji aliyê Amerîkayê ve hate kirin” û ev tişt gotin: “Dema darbe hate kirin. Çapemeniya wan beriya ya tirkî gotin ‘zarokên me bi serketin’. Piştî darbeyê şiyarbûna ku çêbibû tasfiye kirin. Di 12ê Îlonê de li Tirkiyeyê û Kurdistanê tiştên nû dihatin çêkirin. Cihên weke Zindana Amedê, Mamakê û Metrîsê sê navendên îşkence û hovîtiyê bûn. Zindana Amedê kiribûn weke qampeke esîran.”
‘Di encama îşkenceyan de îradeyeke xurt derket holê’
Huseyîn Bariş destnîşan kir ku hovîtiyeke gelekî mezin li Zindana Amedê hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li her derê leşker û di destê wan de cop û qelas hebûn. Heta mirov dibirin qawişê bi sedan derb li mirov diketin. Hovîtiyek û zordariyeke mezin dest pê kir. Derveyî mirovahiyê her tişt hebû. Ji xwarina pîsîtiyê heta bikaranîna copan ji tazîkirinê heta di bin ava şid de hiştin bi şev û roj 24 saetan îşkence hebû. Qîr e qîra mirovan dîwarên zindanê diçirandin. Her rê û rêbaz ceribandin. Kesên teslîmgirtin jî hebûn û yên li ber xwe dan jî hebûn. Girtîgeh her tim tejî bû. Di navbera 3-5 hezaran de mirov hebûn. 41 qawiş hebûn. Ya me 32 bû. Hejmara me carna 140 bû carna 150 bû. Em weke masiyan di ber hev re dirêjkirî û ji bo 2-3 kesan betaniyek û di bin wan de jî şilteyek hebû. Çilê zivistinê li ser betonê radiketin. Tiştên ku exlaqê mirovan qebûl neke hebûn. Di bin navê sporê de em derdixistin 2-3 saetan em didan bezandin û pişt re serê me dixistin wan lexeman. Encama van bû çi vîneke xurt derket holê.”
‘Hovîtiya li zindanê ji ya derve hêj xerabtir bû’
Huseyîn Bariş axaftina xwe wiha domand: “Li hemberî van îşkenceyan di 21ê Adara 1982yan de Mazlûm Dogan di hucreya 9an a qata çaran de Newroz pîroz kir û dawî li jiyana xwe anî, şehîd ket. Ev îşaretek bû. Dû re hevalên di qawişa 33yan de hevalê Ferhat Kûrtay û her sê hevalên din di navbera xwe de diaxivin û biryara ku xwe bişewitînin distînin. Hate gotin ku hevalê Mazlûm xwe şewitandiye. Ew jî dibêjin ‘Madem xwe şewitandiye divê em hevalî bi awayekî bi bîr bînin’. Wê demê ji bo tabloyan boyax û tîner dihate standin. Bi pereyê me distandin. Piştî ku herkes radikeve her çar heval çalakiya xwe pêk tînin. Ez jî wê şevê di qawişa 32yan a li kêleka wan de nobedar bûm. Min bihîst ku dengê teqînekê hat û blok hejiya. Me got belku kalorîfer teqiya bin. Saetên sere sibê bû. Piştî demekê şunde dengê potînên leşkeran hat. Komek bi dengekî zêde ket hundir. Piştî saetekê wisa ji qawişa me 12 heval ji bo paqijiyê birin. Me ji hevalan re got rewşeke wiha heye ka lê binêrin çi teqiyaye. Çawa derdikevin lê dinêrin li ber deriyê qawişê li ser sehpayekê çar nasname hene. Hevalan pişt re got ji bilî xwînê û goştê biraştî me tiştek nedît. Ev tê çi wateyê dibêjin ku ‘Tiştek li vir heye divê hûn dest nedinê’. An ku îradeyek heye kes nikare vê îradeyê bitefîne. Li hemberî mirovekî ku jiyana xwe ji dest da çar mirov çûn.
Hevalên me yên navendî weke heval Xeyrî, Kemal ên din di qawişên 35 û 36an de bûn. Di navbera xwe de nîqaşê dikin û biryar didin ku roja dadgehê dest bi çalakiya rojiya mirinê bikin. Ewilî 6 heval dest pê dikin. Di 7ê Îlona 1982yan de heval Kemal, di 12 Îlonê de hevalê Xeyrî, di 15ê Îlonê de hevalê Akîf û di 17ê Îlonê de jî hevalê Elî jiyana xwe ji dest didin. Pêkanînên li zindanê bû sedem ku di 15ê Tebaxa 1984an têkoşîneke çekdarî were destpêkirin. Hovîtiya li zindanê ji ya derve hêj xerabtir bû.”
Huseyîn Bariş bal kişand ku dewleta Tirk piştî darbeyê li DGMyan hinek qanûnên xwe pêk dianîn û wiha pê de çû: “Bi taybetî AKP piştî desthilatên din polîtîkayeke pir cuda meşandin. Îro ne qanûn tên bikaranîn ne destûra bingehîn. Ev ji holê rakirine. Herkesê li hev dike dijmin. CHP gopala wî bû niha ji ber karê wan pê nema bi wî gopalî lê dixe. Ji ver vê yekê di vê pergalê de ji bilî îmha û înkarkirinê tiştek tune ye. Ev 42 sal in şerekî çekdarî hatiye destpêkirin. 42 sal in weke ku tiştek nebûye tevdigerin û dibêjin ‘teror û teror’. Terora çi? Terorîzm li kîjan welatî 52 salan hatiye meşandin? Îro dibêjin em xwişk û birayên hev in.”
‘Pêkanînên niha ji yên 12ê Îlonê zortir in’
Huseyîn Bariş anî ziman ku pêkanînên niha ji yên 12ê Îlonê zortir in û ev tişt gotin: “Berê qanûn pêkdianîn niha qanûn nînin. Yek gotinekê dike dikin ‘endamê rêxistina terorê’ cezayê muebetê lê dibirin. Ew jî tê re nake piştî 30 salan jê re dibêjin ‘tu poşmanî’. Aqil û wijdana mirovan vê qebûl dike. Li gorî berjewendiyên pergala xwe qanûnan bikartînin. Bêqanûniyek heye. Keyfiyet heye. Exlaq û wijdan ji holê rakirine. Madem em xwişk û birayên hev in em wê pêk bînin. 11 meh in pêvajoyek dest pê kiriye hûn çim bi vir û wir de tînin dibin. Komîsyona li Meclisê ava kirine tiştek nake li derdora xwe dizivire. Wateya şewatandina çekan çi ye? An ku ev tişt êdî ji bo min tune ye. Ji ber vê hêj jî fêlbaziyan dikin. Di her warî de li ser civakê zexteke mezin heye.”
‘Divê birêz Abdullah Ocalan demildest azad bibe’
Huseyîn Bariş bal kişand ser pêvajoya niha tê meşandin û wiha bi lêv kir: “Divê komîsyon di demekî kurt de bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Ev gel wî di nava xwe de dixwaze. Ji ber vê dîlgirtina wî ya di giravê de nayê qebûlkirin. Û divê li gorî dema niha destûreke bingehîn were amadekirin. Lê divê beriya her tiştî birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”
‘Divê zindana Amedê bibe muzexane’
Huseyîn Bariş qala biryara dewletê ya ku Zindana Amedê bikin muze jî kir û got: “Di her bihosta vê zindanê de xwîna vê civakê heye. Dibêjin ‘Em ê çar blokan bikin kafeterya, pirtûkxane û blokekê jî bikin muze. Wê jî dê li gorî xwe bikin. Helwesta me ya li dijî vê heta dawiyê heye. Divê ew zindan bibe muze ku hovîtiya li ser mirovahiyê hatiye meşandin her tim di hişê civaka me de be. Nifşên nû bizanibin çi hovîtî di vir de hatiye kirin. Heta di nava civaka Kurd û Tirk hevrûbûnek çênebe, xeletî û hovîtiya xwe ya hatiye kirin qebûl nekin meseleya Kurd çareser nabe û civaka Kurd bawer nake.”
Ji bo daxuyaniya sibê bang
Huseyîn Bariş herî dawî bang li sazî û dezgeh, partiyên siyasî û herkesê kir ku tev li daxuyaniya wan a sibê li ber Zindana Amedê bê dayîn bibin.