• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist

Navenda Nûçeyan / AW

18 ÎLON 2025 - 18:06
Kategorî: ROJANE
A A
Meclisa Leşkerî ya HSDê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî civîna xwe ya asayî li dar xist.

Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi beşdariya fermandarên meclisên leşkerî yên herêman, saziyên leşkerî yê HSDê, fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Fermandarê giştî yê HSD`ê Mezlûm Ebdî geşedanên siyasî û leşkerî yên li ser asta Sûriyeyê û bakur û rojhilatê wê nirxandin. Ebdî diyar kir ku dan û standin li gorî Peymana 10ê Adarê bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re berdewam dikin. Her wiha girîngiya parastina agirbesta daîmî û pêşgirtina li provokasyonên ku hewl didin herêmê bikişînin nava şer, destnîşan kir.

Di civînê de dosyayên navxweyî û rêxistinî, tevî entegrasyona nava artêşa Sûriyeyê jî hat vegotin. Hate diyarkirin ku HSD amade ye diyalogan bi Şamê re bike û tavilê hemahengiyê bi komîteyên têkildar re bikin. Her wiha îşaret bi vê yekê hat kirin ku HSD hêzeke nîştimanî ye  ku şervanên wê ji pêkhate û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Di civînê de têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞê de jî hat nirxandin. Hat destnîşankirin ku li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên çeteyên DAÎŞê zêde bûne. Hate gotin dê têkoşîna li dijî DAÎŞê bidome, tevkariya bi hêzên Koalîsoyna Navneteweyî re bihêztir bikin da ku çete temamî werin qedandin. Her wiha hate diyarkirin ku dê parastina navenda ragirtina çeteyên DAÎŞê jî xurtir bikin.

Di civînê de biryara efûya giştî ji bo kesên ku neçûne nuqteyên leşkerî û erka xweparastinê pêk neaniye, hate dayîn û ji bo çareserkirina rewşa wan jî derfet hatiye dayîn.

Her wiha dosyayên girêdayî pêşxitina asta şervanan û perwerdekirina wan jî rojevên civînê bûn.

Di dawiya civînê de Meclisa Leşkerî ya HSDê diyar kir ku ew di çareseriya siyasî de bi israr e û wekî ku vebijêrka sabît a ji bo mîsogerkirina ewlehiya Sûriyeyê û parastina gel nirxand. Her wiha girîngiya parastina ewlehî û aştiya navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan vegot. Meclisê destnîşan kir ku ji bo ewlehî û piştevaniya aştiya giştî li Sûriyeyê dê bi hemahengiya şirîkên navneteweyî têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞê bidomîne.

Etîket: asayîcivînHSDMazlum
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

25 ADAR 2026
Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

25 ADAR 2026
Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

20 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

18 ADAR 2026
MEBYA-DER û TUAY-DERê li Amedê bi gel re civiya

MEBYA-DER û TUAY-DERê li Amedê bi gel re civiya

16 ADAR 2026
HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne