Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ên di 17ê Heziranê ji bo çend hevdîtinên dîplomatîk çûbûn li Ewropayê, vegeriyan.
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî, ji hevdîtinan ewilê berê xwe dabûn Îtalyayê. Ji Îtalyayê di 18ê Hezîranê de derbasî Fransayê bûn. Piştî hevdîtinên ku di 18ê Hezîranê de li Fransayê pêk anîn, ji wir berê xwe dan Holandayê.
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Barrot re hevdîtin kir. Li Hollandayê jî çend hevdîtinên dîplomatîk pêk anîn û derbasî Belçîkayê bûn. Tê payîn ku Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî vê sibehê bi pêkanîneke dîplomatîk a bi Almanyayê re serdanên xwe yên dîplomatîk bi dawî kir. Li ser naveroka hevdîtinan aliyên daxuyanî nedan.
Hêjayî gotinê ye ku Mazlûm Ebdî di 16ê Hezîranê de li Hewlêrê bi nûnerê taybet ê DYAyê yê Sûriye û Iraqê û balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack û Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtin pêk anîbû.













