Amed – Endama Komîteya Amadekar a 9emîn Festîvala Belgefîlma FîlmAmedê Dîlan Toftîkê têkildarî naveroka festîvalê axivî û destnîşan kir ku Belgefîlma FîlmAmedê heqîqeta civakî radixe li ber çavan.
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn dê îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” di navbera 26-30ê Îlonê de were lidarxistin. Festîvala ku di sala 2011an de li Akademiya Hunerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê weke rojên fîlman dest pê kir dê îsal cara 9emîn li Çand Amedê were lidarxistin. Festîval îsal bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn pêk tê. Festîvala îsal rastî eleqeyeke mezin hat û 771 fîlm û 44 proje serlêdana festîvalê kirin. Di encama nirxandinan de 24 fîlm hatin hilbijartin û 5 fîlm jî ji bo pêşandanê hatin bijartin. Her wiha dê di ferstîvalê de çar xelatên tematîk bên dayîn. Ya yekemîn Xelata Mafên Mirovan Dad û Heqîqetê dê li ser navê Orhan Dogan were dayîn. Ya duyemîn di têkoşîna jinan de Xelata Azadiyê ya Leyla Qasim, ya sêyemîn Xelata Baxçeyên Hevselê ya Ekolojiyê û ya çaremîn jî dê ji hêla gel, temaşevan were hilbijêrin û navê wê dê Xelata Gel a Kemal Kûrkût be. Festîvala FîlmAmedê, bi van belgefîlman, armanc dike ku mijarên civakî, çandî, ekolojiyê û çîrokên mirovî ronî bike û her wiha ji çalakiyên çandî û hunerî yên li herêmê re bibe alîkar. Di heman demê de bi rêya BelgeFîlman, çîrokên cuda û rastiyên jiyanî civaka sînemahez û temaşevanan bîne gel hev. Festîval dê bi fîlma “JINWAR” dest pê bike û bi fîlma “Li Ber Siya Spîndarê” bi dawî bibe. Endama Komîteya Amadekar a 9emîn Festîvala Belgefîlma FîlmAmedê Dîlan Toftîk têkildarî naveroka festîvalê ji ajansa me re axivî.
‘Di Kurdistanê de belgefîlma yekemîn e’
Dîlan Toftîkê da zanîn ku ji bo festîvalê ew bi hevkariya Şaredariya Peyasê çar meh in xebateke dûv dirêj dimeşînin û wiha axivî: “Ev festîval ji bo me pir girîng e, di Kurdistanê de yekemîn belgefîlm FîlmAmed e. Ji ber wê jî ev yek ji bo me pir bi qîmet e. Niha ez dixwazim hinek behsa ev belgefîlm ji bo vê erdnigarîyê çima evqas girîng e û em çima ewqas girîngîyê didinê, bikim. Niha rastîyek û heqîqet heye li Kurdistanê û binpêkirina mafên mirovan, mafên jinan, mafên ajalan û xwezayê bigirin bi her awayî li ser vê erdnigarîyê û li ser vê civakê polîtîkayên qirqirinê tên pêkanîn. Ji ber wê yekê jî belgefîlm hinek din wan rastîyan ji heqîqeta wê winda nake û dide berçav ankû ew razber dibe, dide nîşandan, tê nîqaşkirin. Ev yek ji bo me pir girîng e.”
‘Taybetmendiya herî girîng di festîvalê de sansur tune ye’
Dîlan Toftîkê bi lêv kir ku ew weke polîtîka hemû mafên mirovan diparêzin û wiha berdewam kir: “Fîlmên ku heqaretê li civakekê, nasnameyekê an jî xweza û jinê nekiribe, em wan tev li bernameya xwe dikin. Dema mirov li festîvalên li Tirkiyeyê dinêre sansûr bi awayekî li her derê heye. Taybetmendiya herî girîng a vê festîvalê ew e ku sansur tune ye. Derhêner û çêkerên fîlman bi kîjan awayî çîroka xwe gotibe ew bi wî awayî tê ser perdeyê û gotina xwe dibêje. Ji ber vê yekê jî pir girîng e. Ne tenê nîşandana fîlman, ji bo me ya girîng ew e ku em hevpariyekê di navbera xwe û gel de çêbikin û van meseleyan bi hevdû re nîqaş bikin, bînin rojevê. Ji ber ku çiqas were dîtin ew qas dê were rojevê, dê bibe meseleya nîqaşê û em ê çareseriyekê bibînin.”
‘Em dixwazin van navan bidin jiyîn’
Dîlan Toftîkê bi lêv kir ku dê di belgefîlmê de çar xelatên tematîk bidin û wiha pê de çû: “Wekî din xelata me ya jurî ya gel heye, dê piştî fîlman di eywanên me de sindoq hebin û li wê derê gel dê fîlmekê hilbijêre, ew xelata gel jî dê bi navê Kemal Kûrkût were dayîn. Ev jî ji bo me pir girîng e. Yanî hem em dixwazin wan nava bidin jiyîn hem jî em dixwazin ev mesele bêtir derkevin pêş. Ji bona wê em xelata didin. Em piştgirî didin projeyan jî. Me 7 proje hilbijartin. Di festîvalê de jurîya me ji 5 kesan ava dibe. Sînameger dê li pêşberî van, qala naveroka projeyên xwe bikin û li gorî wê jî di dawîya festîvalê de 3 belgefîlm dê bên hilbijartin û piştgiriya wan were kirin. Yek dê ji bona çêkirina belgefîlmê ,yek ji bona post produksîyonê û yek jî ji bona amûrê teknîkê dê were hilbijartin. Em girîngîyê didin projeyan jî, em dibin parçeyekî wê ku bi hevdû re jî hin tiştan biafirînin. Lewma xelatdayîna projeyan ji bo me girîng e. Ji ber ku sînemager pir zehmetiyê dikişînin. Heya projeyên xwe diafirînin, ne fona digirin ne jî tiştekî din. FîlmAmed dixwaze di vî alî de jî bibe parçeyê vê meseleyê.”
Di festîvalê de dê kargeh û panel jî bên lidarxistin
Dîlan Toftîkê da zanîn ku dê di festîvalê de kargeh û panel jî bên lidarxistin û ev agahî dan: “Ayşe Polat dê were tecrubeyên xwe parve bike, di çêkirina belgefîlmekî de zehmetî çi ne, çawa tê afirandin dê hinekê wan parve bike. Ya din jî ji fikrê bigire heta dibe fîlmek, derfetên wê û vegotinê çi ne Samuel Aubîn û Gulîz Saglam dê qala van mijara bikin. Naveroka belgefîlmekê çawa tê afirandin û çawa dibe fîlm. Du panelên me hene. Paneleke me ser Dad û Heqîqetê ye dê Eren Keskîn, Veysî Altay û Berke Baş tev li vê panelê bibin. Dê hinek qala bîr û berxwedana vê civakê bikin: Ji ber ku bi salan e di xaka Kurdistanê de pir zêde windayî çêbûn û ser van mijaran jî belgefîlm hatin çêkirin. Em ê hinekî van mijaran jî vekin. Ji ber em di demekî ku dibêjin aşîtî pêk were, hint tişt dê sererast bibin de pêwîst e vegerin û hîn tiştan re rû bi rû bimînin, pirsên xwe bipirsin. Ji bona wê jî dê paneleke me ya wiha jî hebe. Paneleke me ya din jî li ser çêkirina etîka belgefîlmê ye. Gava belgefîlm tê afirandin afirîner, derhener çawa nêzîkî van meseleyan dibe, rastîya wê qut dike yan qut nake werin axaftin. Di milê mijara jinê de ya girîng ev e, bi nêrîna jinê belgefîlm tên afirandin. Girîngîya wê çi ye, hinek ew ê were nîqaşkirin anku etîk û zayendiya civakî wê hinekî di vê panelê de were vegotin. Panelîstên me yên di wê panele de jî bi hevalên jin re dê were pakânin. Anku hewcedarî heye ku jin hinek van meseleyan vekin û nîqaş bikin. Em ê festîvalê bi fîlmê ‘Li ber Dara Spîndarê’ bi dawî bikin û xelatên xwe bidin. Ji ber vê yekê xebatên me didomin û em bi kelecan in.”
Banga tevlibûnê
Dîlan Toftîkê anî ziman ku ji bo festîvalê îsal eleqeyeke mezin çêbû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “FîlmAmedê du salan navber dabû ji ber wê jî serlêdan hinekî zêde çêbûn. Sala çûyî me nikarî em pêk bînin. Niha bi alîkarîya şeredarîyê em dikarin festîvala xwe pêk bînin. Eleqeyek mezin çêbû, ji ber wê jî em pir kêfxweş in û bawerim di dema festîvalê de jî dê eleqe hîn zêdetir çêbibe û em bi hev re hin tiştan hem nîqaş bikin hem bînin rojevê hem jî bi hev re demên xweş derbas bikin. Banga min ji hemû gelê me ew e ku werin festîvalê, fîlman temaşe bikin, tev li panel û kargehan bibin û em van meseleyan bi hevdû re biaxivin.”