Dîroknas Mehmet Bayrak di panela komkujiya Dêrsimê de axivî diyar kir ku li Dêrsimê zêdetirî 50 hezar welatî hatine qetilkirin. Hevberdevka Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî bi lêv kir ku ew komkujî di encama qirkirina bawerî û nasname de pêkhatiye.
Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), bi boneya komkujiya Dêrsimê ya 4ê Gulana 1937an li avahiya xwe ya navçeya Mamakê ya Enqereyê bernameya bîranînê li dar xist. Endam û nûnerên sazî û partiyên demokratik tevlî bernameyê bûn. Bernamê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyekê rêz girtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê çira hat pêxistin û ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin stran hat gotin.
Piştre jî bernameya panelê destpê kir. Ji DADê Fatma Sonmez Acarcan moderatoriya panelê kir. Dîroknas Mehmet Bayrak û Hevberdevka Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî weke axaftvan tevlî panelê bûn. Dîroknas Mehmet Bayrak pêşî axivî û qala piştperdeya dîrokî ya komkujiyê kir. Mehmet Bayrak anî ziman ku dîroka zextên li ser Elewiyan digihêje serdema Osmaniyan û wiha axivî: “Kurdistan ku di 7 herêman pêk tê ji aliyê ol û baweriyan ve xwedî dewlemendiyeke mezin e. Baweriya Elewiyan yek jimîrateya baweriyên kevn ên vê erdnîgariyê ye. Lê di encama polîtîkayên yek olî de li dijî Ermenî, Suryanî, Ezidî, Elewî û gelek baweriyan komkujî pêkhatin.”
‘Li Dêrsimê zêdetirî 50 hezar welatî hatine qetilkirin’
Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Bayrak destnîşan kir ku li Dêrsimê zêdetirî 50 hezar welatî hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî komkujiyê navê Dêrsimê kirin Tuncelî. Ew nav bi tena serê xwe heqereteke mezin li dijî mirovahiyeyê. Ji ber ku beriya komkujiyê dibêjin destê tunç ê dewletê dê li ser Dêrsimê bikeve. Piştre jî vî navî lê kirin. Îsmet Înonu jî di rapora xwe de dibêje heke pêşî li Dêrsimê neyê girtin dê Kurdistanê ava bikin û piştî vê raporê, planên komkujiyê li ser Dêrsimê tên kirin. Ew komkujî encama polîtîkayên avakirina senteza Tirk û Îslamê yê û qirkirina bawerî û gelên cuda ye. Dêrsim komkujiyeke mezin e. Bi taybetî çûn ser Seyîd Riza. Ji ber ku bavê Seyîd Riza, Îbrahîm Seyîd avakarê Komîteya Îstîklalê ya Kurd û Ermeniyan bû. Ji ber wê jî Seyîd Riza kirin hedef. Heta plana şerq û islahatê neyê zanîn ew komkujî nayê femkirin. Armanc ji holê rakirina nasnameya Kurd e.”
‘Komkujiya Dêrsimê berdewam dike’
Yuksel Mutlu jî bi lêv kir ku di cîhanê de tu mînakên komkujiyeke bi vî rengî ku bi biryara komîteya wezaretan tê girtin tune ye û wiha got: “Ew komkujiyeke bû. Hem ji aliyê olî û hem jî nasnameyê ve qirkirinek bû. Îsmet Înonu dibêje, ‘Peywira me ew e ku em ê kesên li dijî Tirkitiyê ne bikin Tirk’. Ew komkujî jî di armanca vê yekê de pêkhat. Dêrsim zilmeke mezin bû. Lê ew komkujî hem ji aliyê bawerî û hem jî ji aliyê nasnameyê vê berdewam dike. Dêrsim komkujiya herî mezin a Kurdistanê bû. Êşa Dêrsimê hê jî berdewam dike. Hê jî belgeyên komkujiya Dêrsimê nehatinê vekirin. Di sala 2011an de Serokkomar Erdogan lêborîn xwest. Lê lêborîn wisa neyê xwestin. Ev tek bi demokratîkirina herêmê û radestkirina herêmê pêkan e. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo vê yekê jî pir girîng e. Bi serkeftina vê pêvajoyê em dikarin herêmên xwe demokratîk bikin.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.














