Li Sûrî piştî Rejîma Esad hilweşiya gorên komî yên serdema rejîmê derketin holê. Di 15 rojên piştî hilweşîna Rejîma Baasê de 6 gorên komî derketin holê. Di van 6 gorên komî de Hezar û 455 cenaze hatin derxistin.
Li çavkaniyan û raporên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê piştî Rejîma Baasê ya Esad hilweşiya li Sûrî 6 gorên komî derketin holê Li Hemsê zêdetirî Hezar û 200 cenaze hatin dîtin. Di 15 rojên dawî de di 6 gorên komî de bi giştî cenazeyê Hezar û 455 kesan derketin holê.
Li herêma Derayê di gorên komî de 127 cenaze, li herêma Rif Şamê di gorên komî de 128 cenaze û li Hemsê jî di gorên komî de hezar û 200 cenaze derketin holê.