Şandeya Kurd ku hefteya borî li Şamê bi rayedarên Hikûmeta Demkî re hevdîtinek girîng pêk anîn, gelek mijarên girîng girtin dest. Hate zanîn ku mijara fermîyet û perwerdehiya Kurdî, ji nû ve pênaseya nasname û şelatîbûnê, rewşa HSD û YPJê, vegera koçberan û rewşa girtiyan mijarên sereke yên hevdîtinê bûn. Hate raghiandin ku di hind mijaran de pêşketin çêbûye û li ser hind mijaran jî biryara berdewamkirina nîqaşan hatiye dayîn.
Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de, ji bo entegrasyon û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hevdîtinên girîng berdewam dikin. Di 16ê Nîsanê de li Şamê civîneke berfireh pêk hat. Di civînê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Serokê Hikûmeta Demkî ya Şamê Ehmed Şara, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Şêwirmendê Serokkomar Ziyad el-Ayiş amade bûn.
Piştî hevdîtinê duh li ser hind weşanên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê têkildarî naveroka hevdîtinê parvekirinek hate kirin. Di parvekirinê de mijarên sereke yên şandeya Kurd û Şamê li ser li hev kirin cih girtin. Lê piştî demek kin ev parvekirin hate rakirin. Ev yek li ser medya sanal bû sedema meraqkirina naveroka hevdîtinê û nîqaşên berfireh. Li gorî nûçeya Enes Yildiz a di ANFê de û çavkaniyên herêmî di hevdîtinê de gelek mijarên girîng hatine nîqaşkirin.
Şara dixwaze Ebdî di pêvajoyê de rol bigire
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin di hevdîtinê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Ji yek ji van mijaran jî ew e ku Serokê Hikûmeta Demkî Ehmed Şara, daxwaz dike ku Mazlûm Ebdî biçe Şamê û di pêvajoya nû de berpirsiyariyê bigire. Ev mijar di gelek weşanan de hate nîqaşkirin û daxuyandin ku Mezlûm Ebdî germ nêzîkî vê mijarê nebûye.
Ji bo peywirên girîng nav hatin xwestin
Her wiha çavkaniyan daxuyand ku Şam dixwaze ku Ebdî cîgiriya serokkomar an jî peywirek din a bilind qebûl bike û fermî li Şamê dest bi kar bike da ku pêvajoya entegrasyonê bi hêsanî bimeşîne. Her wiha hate zanîn ku Şamê daxwaz kiriye ku nûnerekî Rêveberiya Xweser di nava Wezareta Derve ya Sûriyeyê de jî cih bigire.
Kurd tevlibûnên takekesî naxwazin
Li gorî çavkaniyên Kurd, Şam dixwaze bi tevlibûnek kolektîf zêdetir bi tevlêbûnên takekesî pêvajoyê bimeşîne. Li gorî çavkaniyan sedema gerim nêzîk nebûna Mazlûm Ebdî ya wezîfeyên hatin pêşniyarkirin jî ev e. Heman çavkaniyan daxuyandin ku Rêveberiya Xweser pêşiyê dixwaze mafên kolektîf ên gelê Kurd bên qebûl kirin û piştre mijarên temsîliyeta li Şamê çê bibin.
Rewşa HSD û YPJê girîngiya xwe diparêz e
Ji bo ku hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nava artêşa giştî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi awayekî fermî cih bigirin, li formûleke hevpar tê gerîn. Çavkaniyan anî ziman ku di vî warî de pêkoliyên Şamê berdewam dikin lê mizakere û nîqaş jî ji bo formûlan tên domandin.
Mafên çandî û perwerdehiyê mijarên sereke ne
Hate zanîn ku mijarek ku herî zêde Rêveberiya Xweser girîngiyê didê û li ser radiweste jî mafên çandî û zimanê Kurdî ne. Tê payîn ku zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û di perwerdeyê de li gel Erebî bê bikaranîn.
Mijara zanîngehên Kurdan
Her wiha Rêveberiya Xweser israr dike ku zanîngehên Kurdan jî aliyê Şamê ve bi fermî werin qebûlkirin û xwendekar bikaribin dîplomayên xwe ji Wezareta Perwerdeyê bistînin. Çavkaniyan anî ziman ku di vê mijarê de hind pêşketin hebin jî hêj pêdivî bi nîqaşan heye.
Pênaseya welatîbûn û nasnameyê ji nû ve tê kirin
Mijarek din ku hatiye nîqaşkirin têkildarî sererastkirinên makezagonî ye. Ev mijar bi taybetî ji bo Kurdan wekî xaleteke sereke di rojevê de cihê xwe digire. Hate zanîn ku di hevdîtina li Şamê de li ser vê mijarê jî nîqaşên berfireh hatine kirin û dê mijara nasname û pênasebûna welatîbûnê ji nûve bê nivîsandin.
Ji bo çavkaniyên aboriyê rêvebiriyên hevpar
Saziyên Rêveberiya Xweser û yên dewletê dê bibin yek. Komîteyên hevpar têne avakirin ji bo wezaretên wekî tenduristî, çandinî û aboriyê. Dê li bîrên petrolê, gumruk, balafirgeh û deriyên sînor rêveberiyeke hevpar a xebatkaran bê avakirin. Tê pêşbînîkirin ku di vê mehê de derbarê vekirina Deriyê Sînor ê Nisêbînê de daxuyaniyeke fermî bê dayîn.
Vegera koçberan dê bidome
Kar û xebatên ji bo vegera welatiyên koçberbûyî didomin. Tê payîn ku di demeke nêz de 612 malbat vegeriyan Efrînê. Ji bo Serêkaniyê jî komîteya amadekariyê dest bi xebatan kiriye.
Rewşa bi sedan girtiyên ku aqûbeta wan nayê zanîn, wekî qeyraneke siyasî li pêşiya aliyan dimîne. Malbatên girtiyan li bajaran çalakiyan li dar dixin û daxwaza serbestberdana zarokên xwe dikin.













