Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, ji bo hevdîtinên bi berpirsên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re çûn Şamê.
Pêvajoya bicihanîna Peymana 29ê Çileyê bi gav û hevdîtinên nû berdewam dike. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, ji bo hevdîtinên bi berpirsên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re çûn Şamê.
Li ser pêşketinan dê hevdîtin bên kirin
Hat destnîşankirin ku şande wê derbarê mijarên hevpar û pêşketinên dawî yên li herêmê de hevdîtinan pêk bîne. Ev serdan di çarçoveya danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de wekî gaveke girîng tê dîtin.
Tirkiye rolek neyînî dilîze
Di pêvajoya pêkanîna Peymana 29ê Çileyê de bandora Tirkiyeyê dibe sedema astengiyan. Tirkiye hem dagirkeriya xwe bi dawî nake û hem jî di aliyê gav avêtina Hikûmeta Demkî ya Şamê de jî rolek neyînî dilîze. Bi vê boneyê têkiliyên rasterast ên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de girîng tên dîtin.
Giran be jî pêşketin hene
Di aliyê vegera koçberan û serbest berdana girtiyan de pêşetin çê bûn. Lê ev pêşketin li gorî dema ku divê pêk bên, dereng dimînin. Ev yek jî dibe sedema pirsgirêkan û dirêjbûna pêvajoyê. Tê payîn ev hevdîtin li ser vê mijarê de bandorek erênî bike.













