Serokkomar Tayyîp Erdogan piştî axaftina xwe ya vekirina Meclîsê li odeya Dîwana Serokatiya Meclisê bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, MHP, Partiya ÎYÎ û Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş re civiya.
Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan piştî merasîma vekirina qanûndanîna sala nû ya Meclîsê li odeya Dîwana Serokatiya Meclîsê bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, endama şandeya DEM Partî ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, şandeyek MHPê û Partiya ÎYÎ û Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş re civiya. Nehat zanîn ku di hevdîtinê de çi hatiye axaftin.