Şîna Bariş Borê HPGî yê hat daxuyandin jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ji bo Bariş Bor (Cûdî Gever) ê HPG’î ku hat daxuyandin di 2018an de li Herêma Kurdistana Federe di şer de jiyana xwe ji dest daye, li Gever a Colemêrgê şîn hat danîn. Bi pêşengiya MEBYA-DERê, bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi girseyî serdana şînê hat kirin.