HPG’ê salvegera 22yemîn a pêngava 1ê Hezîranê pîroz kir û diyar kir ku wê ruhê fedaî yê Apoyî di asta herî bilind de temsîl bikin û bi kûrbûneke mezintir di xeta milîtaniya Apoyî de qet û qet ji armanca misogerkirina azadiya Rêbretî û gel venegerin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi wesîleya salvegera 22yemîn a Pêngava 1ê Hezîrana 2004an daxuyaniyek da. HPGê di daxuyaniyê de ragihand ku wek gerîlayên azadiya Kurdistanê yên di xeta milîtantiya fedayî ya Apoyî de kûr bûne, tu carî destûrê nedin ku hewldanên bêhempa ya Rêbertiya wan û nirxê gelê wan bêne pûçkirin û bêwatekirin.
Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Em salvegera 22yemîn a Pêngava Dîrokî ya 1ê Hezîranê ku di lêgerîna gelê Kurdistanê ya azadî, demokrasî û jiyana bi rûmet de xaleke zivirînê ya girîng e; berî her kesî li Rêber Apo, malbatên şehîdan, gelê me yê welatparêz, dostên gelê me û hemû hevalên xwe pîroz dikin. Di şexsê hevalên Fuat–Alî Haydar Kaytan, Sara –Sakîne Cansiz, Adil Bilikî, Nûda Karker, Delal Amed û Nûredîn Sofî de ku bi girêdayîbûna xwe ya bi xeta Apoyî, dilpakî, wêrekî û fedayîtiyê bûne sembol û di Pêngava Dîrokî ya 1ê Hezîranê de wekî neferên pêşeng û fermandarên nemir ên artêşa me ya gerîla cihê xwe girtine, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî, hezkirin, minetdariyeke mezin û dilsoziyeke kûr bi bîr tînin.
Komploya Navneteweyî ya ku di 15ê Sibata 1999an de di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê me û Tevgera Azadiya Kurdistanê hat pêkanîn, wekî êrîşeke zalimane ku armanca wê bêçareserî hiştina pirsgirêka Kurd û tasfiyekirina îradeya gelê me ya paşeroja azad bû, di dîrokê de cihê xwe girt. Rêber Apo, tevî şertên Sîstema Îşkenceyê ya Îmraliyê, bi sebreke mezin, berxwedan, sekna xurt û israrê, bi Paradîgmaya Civaka Demokratîk û Ekolojîk a li ser azadiya jinê pêş xistî, li hemberî vê êrîşê perspektîfa çareseriya demokratîk û jiyana hevpar derxist holê. Rêberiya me, li gorî paradîgmaya nû, derfeteke girîng afirand ku dikare li Tirkiyeyê rê li ber çareserkirina demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd veke.
Polîtîkaya înkar û tasfiyeyê bû sedema destpêkirina Pêngava 1ê Hezîranê

Hêzên me yên gerîla jî li ser bingeha vê nêzîkatiya Rêber Apo, di pêvajoya pênc salan de ku ji biryara vekişînê ya 2yê Tebaxa 1999an heta 1ê Hezîrana 2004an derbas bû, pozîsyona agirbestê parastin û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bingeheke xurt ava kirin. Lê belê dewleta Tirk, li şûna ku vê pêvajoya derketî holê di rêya çareseriya demokratîk de binirxîne, armanc kir ku wê wekî amûreke tasfiyekirina Tevgera Apoyî bi kar bîne. Di vê serdemê de pêşneketina gavên mayînde û dilsoz di rêya çareseriyê de, berdewamkirina polîtîkayên înkar û tasfiyeyê, bû sedema derketina serdemeke dîrokî ya nû. Pêngava 1ê Hezîrana 2004an, di van şertan de, li ser bingeha parastina hebûn, vîn û daxwaza jiyana azad a gelê me, derketineke girîng bû.
Pêvajoya 22 salan a ku derbas bû, careke din nîşan da ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên zext, înkar û bêçareseriyê nikare ji holê were rakirin. Di heman pêvajoyê de, rastiya ramanên Rêber Apo yên li ser bingeha çareseriya demokratîk, yekîtiya gelan, azadiya jinê û civaka demokratîk, bi pêvajoya dijwar a têkoşînê hate ceribandin; mafdariya wan bi hukmê dîrokê hate îspatkirin û tevî dema ku derbas bûye, wekî heqîqeteke hejandina wê nepêkan e û ronahiyê dide rastiya îro, hebûna xwe parastiye. Îro jî rêya çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd; ji bidawîbûna nêzîkatiya klasîk a dewletê ya li hemberî Rêber Apo, misogerkirina azadiya wî ya tam, lîstina rola wî wekî sermuzakerevanê gelê Kurd, rêvekirina li ber siyaseta demokratîk û gihîştina gelan li ser bingeha jiyana wekhev û azad re derbas dibe. Esasgirtina perspektîfa çareseriya demokratîk a ku Rêber Apo daye pêş û ji aliyê dewleta Tirk ve bi cidiyet pêkanîna pêdiviyên wê, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo paşeroja hevpar a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û vala derxistina planên li ser herêmê jî girîngiyeke dîrokî dihewîne.
Em ê rê nedin hewldanên Rêberê me û nirxên gelê me bêne pûçkirin û bê watekirin
Wekî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku di xeta milîtantiya fedayî ya Apoyî de kûr bûne, bi hişmendiya berpirsiyariya dîrokî ya ku me hilgirtiye, em dibêjin; em ê tu carî destûrê nedin hewldanên bêhempa yên Rêberiya me û nirxên ku gelê me bi berdêl û kedeke mezin afirandine bêne pûçkirin û bêwatekirin. Wekî heta îro, ji vir pê ve jî em ê di bicihanîna erk û berpirsiyariyên ku dikevin ser milê me de bêyî dudiliyek herî biçûk bijîn, bi vîn û biryardariyeke mezin tevbigerin.
Em ê qet û qet dest ji armanca azadiya Rêbertî û gelê xwe bernedin
Rihê fedayî yê Apoyî di asta herî bilind de temsîl bikin û bi kûrbûneke hîn zêdetir di xeta milîtantiya Apoyî de, em ê qet û qet ji armanca misogerkirina azadiya Rêberiya me û gelê me venegerin. Li ser rêya ku Rêberiya me nîşan daye, di bin her şertî de, bi rê û rêbazên dewlemend û bi ruhê fedayî yê Apoyî, em careke din bi awayekî xurt biryardariya xwe ya têkoşînê tekez dikin.
Li ser vê bingehê, em salvegera 22yemîn a Pêngava Dîrokî ya 1ê Hezîranê careke din li gelê me, malbatên şehîdan, dostên me û hemû hevalên xwe pîroz dikin; di sala nû ya têkoşînê de serkeftinê dixwazin.”













