Hat îdiakirin ku Abdulkadîr Tatli yê ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ku lê rehîn dihat girtin, întîhar kiriye.
Abdulkadir Tatli ku di sala 1999an de rehîn hatibû girtin, hat diyarkirin ku demeke dirêj e tedawî didît. Cenazeyê Abdulkadir Tatli ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikkaleyê. Hat ragihandin ku piştî otopsiyê dê cenaze bişînin navçeya Farqînê ya Amedê. Abdulkadîr Tatli yê ku zêdetirî 25 salan rehîn hatibû girtin û nexweşiyên wî yên curbicur hebûn bi tena serê xwe di odeyek sê kesan de dihat girtin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ya Şirnexê Nevroz Uysal Aslan li ser hesabê xwe yê Xyê ev agahî parve kir: “Nûçeyeke din a mirinê ji girtîgehê! Me agahî wergirt ku Abdulkadir Tatlı, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê dihat girtin, xwe kuştiye. Girtiyê ku zêdetirî 25 salan di girtîgehê de bû û nexweşiyên wî yên curbicur hebûn bi tena serê xwe di odeyeke sê kesan de dihat girtin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, tenê di sala 2024an de 818 girtiyan jiyana xwe ji dest dane ku 68 ji wan wekî “xwekuştin” hatine tomar kirin. Ev ne bûyereke ji rêzê ye, ji mirinên gumanbar bigire heya terikandina girtiyên bi nexweşiyên giran ji bo mirinê qeyraneke sîstematîk e. Girtîgeh bûne cihên ku mirin bi rêya zilm, tecrîd û îhmalkariyê bûye tiştekî asayî. Divê niha ev mirin werin rawestandin; divê dewlet berpirsiyariya jiyana ku ew mecbûr e biparêze bigire ser xwe. Divê ev rejîma kujer were rakirin.”