• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e’

    ‘Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e’

    Ji bo Hevrîn festîvala aştiyê li dar xistin

    Ji bo Hevrîn festîvala aştiyê li dar xistin

    ‘Werin em bi hevre li bîra xwe xwedî derkevin’

    ‘Werin em bi hevre li bîra xwe xwedî derkevin’

    Gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadê

    Gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadê

    Beşa 28emîn a Dokûmantera Vejîna Kurd tê şandin

    Beşa 28emîn a Dokûmantera Vejîna Kurd tê şandin

    Bi meşaleyan Agît Tekîn pêşwazî kirin

    Bi meşaleyan Agît Tekîn pêşwazî kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e’

    ‘Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e’

    Ji bo Hevrîn festîvala aştiyê li dar xistin

    Ji bo Hevrîn festîvala aştiyê li dar xistin

    ‘Werin em bi hevre li bîra xwe xwedî derkevin’

    ‘Werin em bi hevre li bîra xwe xwedî derkevin’

    Gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadê

    Gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadê

    Beşa 28emîn a Dokûmantera Vejîna Kurd tê şandin

    Beşa 28emîn a Dokûmantera Vejîna Kurd tê şandin

    Bi meşaleyan Agît Tekîn pêşwazî kirin

    Bi meşaleyan Agît Tekîn pêşwazî kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya Konferansa Bawerî û Gelan aşkere bû

Mêrdîn / AW

12 COTMEH 2025 - 12:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk encamnameya Konferansa Jiyana Hevpar û Demokratik a Bawerî û Gelan li Mezopotamyayê aşkere kir.

Li Qada Cûmhûriyetê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi tevilbûna berdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç û gelek rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl encamnameya Konferansa Jiyana Hevpar û Demokratik a Bawerî û Gelan Li Mezopotamyayê hat aşkerekirin.

Encamnameya ku ji aliyê Emdama Sekreteryaya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Menîce Rumeysa Gulmez ve hate xwendin wiha ye:

Înisîyatîfa Yekîtiya Demokratîk di 11ê Cotmeha 2025an de Konferansa xwe ya Jiyana Hevpar û Demokratik a Bawerî û Gelan Li Mezopotamyayê li Mêrdîna qedîm ku ji bo bawerî, gel û pirçandî bûye wargeh, bi mozaîga xwe ya dewlemend hatiye hezkirin û bûye bajarê berxwedanê ya têkoşîna azadiyê; bi beşdariya gelên me û komên baweriyan, akademîsyen, sîyasetmedar û rêxistinên civakî yên sivîl bi awayekî coş li dar xist.

Konferansa me; ji bo tiştên ku ji paşerojê heta roja îroyîn qewimîn cardin di bîra me de cih bigire, bû qada lêhûrbûn û niqaşa mejiyî yên rojane.

Konferansa me; di heman demê de tevî bûyerên ku di dîrokê de qewimîne, şert û mercên li cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn hatine guhertin, pêwistiyên civakî, bendewarî û daxwazan; ji bo ku em karibin ligel cudahiyên xwe,navendeke demokratîk a bi hêz ava bikin bû platformeke lêhûrbûn û niqaşan.

Ji sed salî wêdetir e ku li Kurdistan û li ser hemû gelên Kurdistanê, li ser hemû bawerî û çandan qetlîam û polîtîkayên jenosîdê hatin meşandin, gel bi qirkirinên çandî û bawerî re rû bi rû hatin hîştin. Di nava van sed salan de gelên me û komên bawerî rastî polîtîka û pratîkên sirgûn û pişaftinê hatin. Di encama van kiryaran de gelên Mezopotamya ku ev der bi saya wan di nava hezar salan de bû warê şaristaniyê, ji axa xwe hatin dûrxistin û bêwelatî kirin para gelan. Bi zext û zordarî, bi pratikên koçberkirinê xwestin ku xaka Kurdistanê bê mirov bihêlin, hişk bikin. Ji ber ev zilm û zordarî, êş û trajediyan di jiyana me ya civakî de birînen giran vebûn, şikestinên mezin çêbûn.

Konferansa me; tevî bi awayekî zelal binî xêzkirina hemû trajediyên civakî, van wek realîte dipejirîne û bang dike ku xeletî û êşên kûr ên di paşerojê de pêkhatine wek ezmûn werin qebûlkirin. Her wiha hat amajekirin ku hemû gel û bawerî ji berevajiya fanatîzma li ser navê dîn tê kirin, bi bilindkirina ked û hezkirinê dikarin bi piştevanî û yekîtiyê bi awayekî azad û wekhev bijîn; dîsa hat amajekirin ku civakeke demokratîk ku hemû gelên Kurdistanê weke parçeyê xwe yê bingeh dibîne, pêkan e û hewcedariya bi heqîqeta zanistî ya “dîrok di paşerojê de, siberoj di pêşerojêyê de” lêhûrbûna sibêrojê hat destnîşankirin. Cihê ku em ê çareserî û sedemên pirsgirêkên civakî û sîyasî ku gelên me du sedsal in rûbirû mane, bibînin paşeroja hemû gelên Mezopotamya ye.

Konferansa me; tevî binî xêzkirina girîngiya civakî û dîrokî ya nirxên ku di nava nîv sedsalê de ji aliyê têkoşîna demokrasî û azadiyê ve, li Kurdistanê ligel pêşveçûneke mezin, azadiya jinê û ekolojîk-demokratîk, pêşketineke civakî ya modern afirandiye. Herwiha ji bo afirandina jiyaneke hevpar a gelên Kurdistanî û komên bawerî serdemeke nû vekiriye.

Konferansa me; ligel rastiya Rojhilata Navîn û geşedanên dawîn ên civakî – polîtîk, binî xêz kir ku gelên Kurdistanê di vê sedsalê de bûnê hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û pêşengiya guhertin û veguherandinê ya li Rojhilata Navîn dikin. Bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ku nîv sedsal e didome, tevgera azadiya Kurdistanê di qada neteweyî, herêmî û navneteweyî de deng da û heqîqeta Kurd û Kurdistanê ya birêxistî û modern ava kir.

Heqîqeta Kurd û Kurdistanê ya modern, rêya çareseriya pirsgirêkên civakî, dînî û neteweyî jî nîşan dide. Li Kurdistanê ku gelek ziman, çand, etnîsîte û bawerî lê dijîn, ji bo her komên civakî karibin xwe di nav de bi awayekî wekhev û azad bibînin, jiyankirin û sazkirina paradîgmaya Civaka Demokratîk – Neteweya Demokratîk li hemberî modernîteya kapîtalîst wek modeleka alternatîf û zanistî ya çareseriyê dinirxîne.

Bi bîrdoziya Netewe-dewlet ku li ser mejiyê Îttîhad-Terakkî ava bûye, ji xeynî senteza Tirk – Îslam; gel, ziman, çand û baweriyên din înkar dike, li ser wan bi awayekî berfireh polîtîkayên pişaftinê dimeşîne. Heta ku bi awayekî îronîk wateya mizgeft û cemxaneyan tê tunekirin, ji eslê xwe tên dûrxistin û bi armanca rewakirina polîtîkayên şer tên bi kar anîn. Di konferansa me de binî hat xêzkirin ku kiryarên zihniyeta tekperest ku sed sal e didome, ji bo Tirkiye, Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn aştî û aramî neanî. Ji ber vê, Konferansa me anî ziman ku dema dev ji berdana pratîkên sedsalî yên netewe-dewleta yekperest ku ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû sedema berdêl û êşên giran, hatiye û divê polîtîkayên ku hemû gel û bawerî jê sûd werbigrin werin destpêkirin.

Konferansa me; nirxand ku li Kurdistanê û di şexsiyeta gelên Kurdistanê de pêkhatina paradîgmaya Civaka Demokratîk – Neteweya Demokratîk, ji derveyî sînorên Kurdistanê jî li ser herêmên din xwediyê hêza demokratîkkirinê ye. Ji ber şer û pevçûnên di navbera Îsraîl – Fêlîstin, Îsraîl – Hizbûllah, HTŞ û hemû gelên din li Sûriyeyê û li seranserê Rojhilata Navîn bidawî bibin û li vir aştî were sazkirin, rêya herî bi bandor qebûlkirina heqîqeta civaka demokratîk e.

Konferansa me; Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdûllah Ocalan ku 27ê Sibata 2025an hat deklerekirin, hem ji bo aştiya Tirk û Kurd hem jî ji ber bandora li ser herêmê û cîhanê gelek girîng û bi nirx dibîne. Herwiha paradîgmaya Civaka Demokratîk tenê ne ji aliyê civakî û polîtîk, di heman demê de wek hebûna civakî ya exlaqî û polîtîk dinirxîne.

Konferansa me; di avakirina Civaka Demokratîk de biniyê paradîgmaya azadîxwaz a jinan xêz kir, ji ber bandora wê ya neteweyî, herêmî û global ku xwediyê dînamîzma guhertinê ye, girîngiyeke mezin dide rola pêşengiya tevgera jinê ya Kurdistanê. Li Rojava ku bi şîara “cudatiyên me mîsogeriya me ne” hatiye avakirin, êrîşên li ser civaka demokratîk, herî zêde li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên bajarê Helebê zêde bûne. Armanca hêzên leşkerî yên HTŞyê ku dixwest wek qetlîama li ser gelên Elewî û Durziyan pêk anî, li Rojavayê jî pêk bîne lê pêşiya hewla qetlîamê bi saya gel û hêzên parastinê yên gel hat girtin. Di Konferansa me de van hemû êrîş bi tundî hatin şermezar kirin. Herwiha, Konferansa me hilbijartinên ku tê îdîakirin li Sûriyeyê pêk hat, ji ber beşdar nekirina hemû gelên Sûriyeyê û rêbaza ku hat bikaranîn, wek rewa nabîne.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku di nava hemû civakê de kelecan û hêviyeke mezin derxist holê, bi taybetî ji ber gav neavêtina dewletê û zexta li ser gelê Rojava ya ji bo çek berdanê wek kiryarên li dijî pêvajoyê dinirxîne. Bang hat kirin ku li ser îradeya xwe ya parastina cewherî ya gelê Rojava bazarî neyê kirin û dev ji mudaxaleyê were berdan.

Konferansa me; tevî geşedanên li Rojhilata Navîn, nirxand ku ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd û Kurdistanê firsend û derfetên mezin pêk hatine û banga xwe ya yekîtiya neteweyî ya li hemû partiyên Kurdistanî û sîyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî, eşîret hwd. dubare dike.

Konferansa me; komploya 9ê Cotmehê ya di şexsiyeta Birêz Abdûllah Ocalan de li dijî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hat û qetlîama Gar a 10ê Cotmehê şermezar dike.

Konferansa me; ji serî de heta îro pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxand û tevî girîng dîtina komîsyanê ku di TBMMê de hatiye avakirin, bêyî avêtina gavên demokratîk bal kişand li ser rîska lawazbûna bendewarî û hêviya civakî. Ji ber vê, bang li dewletê hat kirin ku di serî de ji bo Mafê Hêviyê, di çarçoveya pêvajoya aştî û demokratîk de gavên yasayî, hiquqî û sîyasî bên avêtin.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

CPT: Artêşa Tirk 18 caran êrîşî axa başûrê Kurdistanê kir

CPT: Artêşa Tirk 18 caran êrîşî axa başûrê Kurdistanê kir

12 COTMEH 2025
Li Kolombiyayê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Li Kolombiyayê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

12 COTMEH 2025
‘Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e’

‘Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e’

12 COTMEH 2025
Ji bo Hevrîn festîvala aştiyê li dar xistin

Ji bo Hevrîn festîvala aştiyê li dar xistin

12 COTMEH 2025
‘Werin em bi hevre li bîra xwe xwedî derkevin’

‘Werin em bi hevre li bîra xwe xwedî derkevin’

12 COTMEH 2025
Gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadê

Gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadê

12 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (192)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne