• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    TEV-KOMê derbarê êrîşa nîjadperestê de daxuyanî da

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    DBPa Êlihê deklerasyona 2yemîn kongreya xwe ya asayî eşkere kir

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

    Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rojnamegeran Necmettîn Salaz li ser gora wî bi bîr anî

Wan / AW

14 COTMEH 2025 - 15:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûnêrên DFG û MGKê, Rojnameger Necmettîn Salaz di duyemîn salvegera wî de ew li ser gora wî bi bîr anîn.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Rojnameger Necmettin Salaz ku di 14ê cotmeha 2023yan de li bajarê Silêmaniyêkoça dawî kir, di duyemîn salvegera mirina wî de ew li ser gora wî bibîr anîn. Malbata Salaz, Platforma Saziyên Demokratîk, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Dayikên Aştiyê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

‘Wî mîrateyek hêja ji me re hişt’

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê DFGê rojnameger Bazîd Evren axivî û diyar kir ku têkoşîna Kurdan gelek kesayetên hêja derxistiye holê, yek ji wan Necmettîn Salaz bû. Bazîd Evren, da zanîn ku Necmettîn Salaz kesekî berhemdar û afirîner bû û got: “Ew şoreşger, rojnamevan û nivîskarekî hêja bû. Di demên dijwar re derbas bû, lê qet ji sekna xwe ya şoreşgerî tawîz neda. Tevî hemû zehmetiyan jî Mamoste Necmettîn kar û xebatên xwe berdewam kir. Wî mîrateyek hêja ji me re hişt. Em ê xwedî vê mîrateya ku wî ji me re hiştiye derbikevin û bidomînin.”

Piştre Hevserokê DBP’ê yê Wanê Cemal Demîr axivî û diyar kir ku rojnamevan her carê ji ber ku rastiyan di tariyê de nahêlin dibin hedef. Cemal Demîr, sersaxî ji malbat û çapemeniya Kurd re xwest û Necmettîn Salaz bi bîr anî.

Jiyana wî wegot

Birayê Necmettîn Salaz, Kadîr Salaz bi vegotina jiyana birayê xwe dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Necmettîn di dema têkoşîna şoreşgerî ya li Wanê de li gelek saziyan xebitî. Li girtîgeha Amedê siyaseta Kurd naskir û têkoşîna xwe bi wan re domand. Piştre çû Helebçeyê û gelek ji wir û Silêmaniyê hez kir. Li wir bi nexweşiyê ket. Berî ku jiyana xwe ji dest bide got, ‘Bila bihuşta hemû olên pîroz a te be. Du metre erdê li Goristana Akkopru ya li Wanê ji bo min bes be.’ Ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Merasîma bîranînê bi danîna qurnefîlan a li gorê bi dawî bû.

Etîket: DFGMKGNecmettin SalazRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

10 HEZÎRAN 2026
DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

3 HEZÎRAN 2026
Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

22 GULAN 2026
Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

14 GULAN 2026
MKG: Binpêkirina mafên rojnamevanan bi awayekî sîstematîk didome

MKG: Binpêkirina mafên rojnamevanan bi awayekî sîstematîk didome

7 GULAN 2026
Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

5 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bekaroglu: Pêwistî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di roja 2an de didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heke Rojîn, xeniqîbe çima di pişika wê de av nîne?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (412)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne