Rojnameger Alî Bariş Kurt ê ku ji sibata 2025an ve girtîbû, tehliye bû.
Di Sibata 2025an de Dadgeha Bilind cezaya salekî û 3 meh ya rojnameger Alî Bariş Kurt erê kiribû û Alî Bariş Kurt hatibû girtin. Piştî salekî û 3 mehan rojnameger Alî Bariş Kurt ji Girtîgeha Tîpa T ya Maltepeyê tahliye bû. Alî Bariş Kurt ji aliyê hevalên xwe û endamên Komeleya Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) ve hate pêşwazîkirin.
Alî Bariş Kurt piştî girtîgehê derket diyar kir ku ew ê têkoşîna çapemeniya azad bidomîne û bi bîr xist berdana kesên ku 30 sal in girtinê tên taloqkirin.













