• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

    Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

    Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

    Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

    Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Ji bo perwerdehiya Kurdî pêşniyara lêkolînê ji meclisê re hat kirin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

    Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

    Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

    Cezayê darvekirinê dan ‘Celadê Kurdan’ Ecac Tîkrîtî

    Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

    Şaredariya Rêya Armûşê 550 konteynerên bermahiyan li taxan belav kir

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

    Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

Amed / AW

14 GULAN 2026 - 17:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di çarçoveya “Forûma Aştî û Azadiya Civakî” ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin de, îro atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê” hate lidarxistin. Rojnameger Ercan Îpekçî ku tev li atolyeyê bû destnîşan kir ku bi bidestxistina hişmendiyeke hevgirtinê ya rojnamegeran ku bikaribin têkoşîna rêxistinkirî bimeşînin, pêkan e ku ew vê aştiyê misoger bikin.

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja sêyemîn de didome. Di roja sêyemîn de gelek çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê” bû. Rojnameger Tûgçe Tatarî û Hevserokê TGSê yê Giştî yê Berê û siyasetmedar Ercan Îpekçî weke axivêr tev li atolyeyê bûn. Di atolyeya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Amargiyê hate li darxistin de gelek rojnameger amade bûn.

‘Nêzîkatiya min a Pirsgirêka Kurd bi perspektîfê guherî’

Tugçe Tatarî diyar kir ku di paşerojê de nêzîkatiya wê ya li hemberî pirsgirêka Kurd cuda bûye lê lêpirsînên wê yên hundirîn, çîrokên ku pê re rûbirû maye, perspektîfa wê guherandiye û wiha axivî: “Têkiliya ku min bi pirsa Kurd re danî, bi xaleke diyarkirî ya werçerxaneyê dest pê kir. Nêzîkatiya min a berê ya li hemberî vê meseleyê, di nava demê de guherî û ev yek bi pêvajoyeke lêpirsîna kesane teşe girt. Ev veguherîna ku pêk hat ne ji nişka ve, lê bi rêya hevrûbûnên min ên hundirîn û çîrokên ku ez rastî wan hatim, geş bû. Di paşerojê de bûyera hevdîtin û hembêzkirina komek gerîla û wekîlan pêk hatibû. Wê demê min der barê vê mijarê de gotarek nivîsandibû û min gotibû, ‘Heke parlamenter bixwaze gerîla hembêz bike, divê biçe çiyê, cihê wî li Meclîsê nîne.’ Wê nivîsê baleke mezin kişand û gelek hate ecibandin. Jixwe saziya ku min lê dinivîsand, xwedî derdoreke wiha bû ku wê ramanê xwedî dikir û diparast. Girseya xwîneran jî bi piranî di heman hizrê de bûn. Min wê demê ji derdora xwe bertekên erênî wergirtin. Lê belê, di nava demê de vê rewşê di hişê min de pirsên nû afirandin. Her wiha, dengê min ê hundirîn jî di hemû geşedanan de bandorker bû.”

‘Hewl didim çîrokan bigihînim mirovên ku min dixwînin’

Tûgçe Tatarî bal kişand ser girîngî û pêwîstiya rojnamegeriya aştiyê û destnîşan kir ku rojnamegeriya aştiyê ne bi alîgirtinê re bi dîtbarîkirina çîrokên veşartî re têkildar e. Tûgçe Tatarî destnîşan kir ku di navenda karê wê yê îro de pêkanîna temasa di navbera mirovan de heye û got: “Niha ez hewl didim çîrokan bigihînim mirovên ku min dixwînin. Ez dixwazim wan yekser bi wan meseleyan re rû bi rû bihêlim ku ew nikarin derbas bikin, nikarin jê derkevin û pê re rûbirû nebûne. Gotarên min jî hinekî li ser vê bingehê teşe digirin. Bi vîna xwe ya azad, min giranî da ser vegotina serpêhatiyên Kurdan. Ev yek dikare ji aliyê Tirkan ve jî bê kirin. Dibe ku ji bo hînbûna hizrên hev û din û naskirina hev, ev yek pir girîng be. Xwezî gelek kesên din jî ev yek bikira. Ji ber ku gelek caran mirov ne hev û din, lê hizrên der barê hev de dizanin. Pêwîst nake ku ev yek teqez bi xwedîderketineke pir xurt bê kirin. Bi bikaranîna zimanekî bêalî jî mirov dikare xizmeta aştiyê bike. Ya girîng ew e ku mirov dengê hev bibihîzin û bi serpêhatiyên hev bihesin. Wek mînak, divê çîroka dayika leşkerekî û çîroka dayika gerîlayekî bi hev re bikevin têkiliyê. Ji ber ku mirov gelek caran tenê bi êşên xwe dizanin, lê tiştên ku aliyê din jiyane qet nabihîzin. Lê belê, bihîstina çîroka hev, empatiyê pêkan dike. Di rastiyê de, li vir erkên mezin dikevin ser milê me hemûyan. Divê bi rengekî mirov aliyan bi hev bide naskirin. Pêwîst e em piştrast bikin ku mirov ji hev agahdar in, hev fêm dikin û empatiyê ava dikin. Ez jî niha bi derfetên di destê xwe de û bi amûrên ku ez xwediyê wan im, hewl didim vê yekê pêk bînim.”

‘Pîvanên me yên pîşeyî dibêjin rêzê li heqîqetê bigire’

Ercan Îpekçî jî biryarên Dadgeha Bilind ên derbarê xebatên çapemeniyê de bi bîr xistin û wiha axivî: “Tiştê ku ji bo me diyarker û girêder e, pîvanên pîşeyî ne. Heke em xwe bi qanûn û pîvanên ku Dadgeha Bilind destnîşan kirine ve girêdayî bibînin, em nikarin rojnamegeriya aştiyê bikin. Em rêzê li qanûn û biryarên darazê digirin lê belê tiştê ku me girêdide pîvanên pîşeyî ne. Ji ber vê yekê em ê bi vî rengî berdewam bikin. Rojnamegeriya aştiyê mijareke taybet e û hûrbîniyê dixwaze. Di demekê de ku li serê pîvanên me yên pîşeyî rêzgirtina ji heqîqetê re heye, ji bo rojnamegeriya aştiyê hewldana derxistina holê ya tiştên nedîtbar, yek ji pêdiviyên rojnamegeriya aştiyê ye. Pîvanên me yên pîşeyî dibêjin rêzê li heqîqetê bigire, Dadgeha Bilind jî dibêje bi heqîqeta dîtbar sînordar bimîne bes e. Lê belê tu heqîqetê nîşan nadî, tu vedişêrî. Ev yek ne tenê meseleya heqîqeta dîtbar e, di heman demê de pêwîst e tu heqîqetê bi xwe jî nîşan bidî.”

Rojnamegeriya aştiyê pîvanê pîşeyiye

Ercan Îpekçî di berdewamiya axaftina xwe de, pênaseyên gelek rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên li ser rojnamegeriya aştiyê, kîjan têgeh divê bên bikaranîn û ew têgeh çawa divê bên bikaranîn xwend û got: “Hem rêxistinên pîşeyî yên neteweyî û hem jî yên navneteweyî ev pîvanên pîşeyî qebûl kirine. Heke me rojnamegeran rêzgirtina li heqîqetan ji xwe re wekî bingeh qebûl kiribe û cudakarî qedexe kiribe, wê demê pêwîst e em hemû li gorî van pîvanan tevbigerin. Ji bilî hejmareke pir hindik a saziyên weşanê ku bi tundî bi pîvanên pîşeyî ve girêdayî ne, ev pîvan bi awayekî berdewam tên binpêkirin. Dev ji hewldana pêkanîna rojnamegeriya aştiyê berdin, di serî de pîvanên pîşeyî tên binpêkirin. Digel vê yekê mafên mirovan jî tên binpêkirin.”

‘Hêza rojnamegeriyê ya arastekirina civakê jî heye’

Ercan Îpekçî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zexta desthilatdariyê ya li ser medyayê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila em hemû barê rojnamegeriya aştiyê nexin ser milê rojnamegeran. Bêguman girîngiya me heye. Hêza me ya arastekirina civakê jî heye. Yek ji rêyên vê yekê jî têkoşîna rêxistinkirî ye. Bi bidestxistina hişmendiyeke hevgirtinê ya hevpîşeyên me ku bikaribe têkoşîna rêxistinkirî bimeşîne, pêkan e ku em vê aştiyê misoger bikin. Dibe ku ji eniya xwe ve em bikaribin piştgiriyê bidin têkoşîna aştiyê û bibin xwedî wê hêzê ku zimanê otorîteyên din biguherînin.”

Piştî axaftinan, beşdaran jî raman û nêrînên xwe yên der barê vê mijarê de anîn ziman. Hevserokê DFGê Selman Çîçek, xebatên ku di warê rojnamegeriya aştiyê de bi rê ve dibin, ragihandin. Hevseroka DFGê Kesîra Onel jî bal kişand ser astengî û pirsgirêkên ku rojnameger li bajarên Kurdistanê pê re rû bi rû dimînin û destnîşan kir ku li dijî van pêkanînan divê zimanekî hevpar bê avakirin. Seroka MKGê Rosa Metîna jî pirsgirêkên ku rojnamegerên jin dijîn vegotin û bal kişand ser wê yekê ku ji ber ku ew aştiyê diparêzin, têne armanckirin.

Komxebat, piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

 

 

 

 

Etîket: DFGErcan ÎpekçîForûma Aştî û Azadiya CivakîMKGRojnamegeriya AştiyêTûgçe Tatarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

14 GULAN 2026
Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

14 GULAN 2026
Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi komxebat û pêşangehê didome

Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi komxebat û pêşangehê didome

13 GULAN 2026
Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

12 GULAN 2026
Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

12 GULAN 2026
Hevşaredar Dogan Hatûn ji bo Forûma Aştiyê banga beşdariyê kir

Forûma Aştî û Azadiya Civakî sibê dest pê dike

11 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    Navçeya Girê Sor bû deryaya kulîlkên sor

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji zanîngeha Wanê ber bi zozanên Colemêrgê ve rêwîtiya mêşvaniyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyê Hewlêrê: Divê Tirkiye gavên lezgîn biavêje ku aştî li herêmê bi cih bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15ê Gulanê: Cejna Zimanê Kurdî û têkoşîna hebûnê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Sûrê ‘Şeva Çîrok û Helbestan’ li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akbaş piştî 31 salan hat berdan, berdana 3 girtiyan hat taloqkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • NÛÇE TV di Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Akademîsyenên ji başûrê Kurdistanê: Aştî û azadî ji bo mirovahiyê hêvî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Statuya ziman bi parastin û çalakbûnê tê bidestxistin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (363)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne