Mêrsîn – Hevserokê KESKê yê Giştî Ahmet Karagoz têkildarî meşa xwe ya li dijî bêhiqûqiya KHKyan diyar kir ku ew ê daxwazên xwe bigihînin meclisa Tirkiyeyê û Wezareta Dadê û got: “Ji bo ku me aştî xwest em hatin îxrackirin.”
Deshilata AKPê piştî darbeya 15ê Tebaxa 2016an bi rêya KHKyan 125 hezar û 612 kedkar ji kar derxistin. Di nav wan de 4 hezar û 259 kes endamên KESKê bûn. Nêzî 10 sal in berxwedana kedkaran a li dijî KHKyan didome. Gelek kesan di vê berxwedanê de jiyana xwe dest dan. Hin kesên ku jiyana xwe dest dan, pişt re dadgehê biryara vegerendina ser kar da. Nûnerên KESKê jî dijî tevahî van bêhiqûqiyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin. Hevserokê KESKê yê Giştî Ahmet Karagoz têkildarî meş û daxwazên xwe ji ajansa me re axivî.
‘Piştî derbeya 15ê Tirmehê 152 hezar kes hatin îxrackirin’
Ahmet Karagoz diyar kir ku piştî darbeya 15ê Tirmeha 2016an desthilatê bi KHKyan bi deh hezaran karkerê cemaweriyê li dijî hiqûqê îxrac kirin û got: “Mafê wan yê xwe parastinê hat binpêkirin. 152 hezar kes hatin îxrackirin, kesên ku hatine îxrackirin gotin ‘Em nizanin ku çima em îxrac kirin?’ Di nava kesên ku hatin îxrackirin de 4 hezar û 259 kes endamên KESKê bûn. Piştî derbeyê OHAL hat îlankirin. OHAL li dijî muxalifan bikar anîn. Li dijî kedkar û muxalifan dest bi êrîşan kirin. 9 sal in, em pêvajoyekî dimeşînin. Em rêxistineke kedê û demokrasiye ne. Em ne aliyê cemaatê an jî derbeya AKPê bûm. Em her dem li dijî wan sekinîn. Ji bo vê yekê em ji kar dûr xistin.”
‘Bi berxwedanê ji sedî 52 hevalên me vegerinyan ser kar’
Ahmet Karagoz anî ziman ku hin hevalên wan ên ku ji kar hatine derxistin û sirgûnkirin bi berxwedanê vegeriyan kare xwe û ev tişt got: “Ev 9 sal in em têdikoşin. Bi berxwedana me ji sedî 52 hevalên me vegeriyan ser karê xwe. Lê îro hêj jî zêdetirî 2 hezar hevalên me venegeriyan e karê xwe. Ji bo îxrackarên KESKî vegerin karê xwe, me di 13ê cotmehê de ji Amedê dest bi meşê kir. Em ji Amedê meşiyan Enqereyê. Em ê heta Meclisê û Wezareta Dadê bimeşin.”
‘Dê aştî pêk bê em ê vegerin ser karê xwe’
Ahmet Karagoz destnîşan kir ku ew ê daxwazên xwe bigihijînin meclisa Tirkiyeyê û Wezareta Dadê û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em rêxistneke li dijî şer in. Ji bo tevahî xizmetên devletê bêpere bên dayîn, em têdikoşin. Em perwerdeya zimanê zikmakî dixwazin. Divê zagona 4688an a dijî rêxistinbûyînê bê rakirin. Em rêxistineke kedê ne. Lê em têkoşîna aştiyê jî didin. Em dixwazin ku aştî werê vî welatî. Sedema bêbaweriyê şer e. Şer bi dawî bibe hevalên me dê vegerin li ser karê xwe. Ji ber ku me aştî xwest em hatin îxrackirin. Komîsyona ku îro hatiye avakirin gav biavêje, aştî dê pêk werê em ê jî vegerin li ser karê xwe. Heta ku hemû hevalên me vegerin li ser karê xwe em e têkoşîna xwe berdewam bikin. Em welatiyên vî welatiyê ne. Ji bo ax û ava vî welatî têdikoşin. Divê qanûna dijminatî li ser me pêk neyê. Em natirsin, îtaet nakin. Em heta îro bi berxwedana xwe hatin vir piştî niha jî wisa berdewam bikin. Piştî meşê jî em ê çalakî û lêgerîna mafan berdewam bike. Berxwedana aştiyê dê berdewam bike.”