Mêrdîn – Li Bazara Zexîre ya navçeya Qoserê ÎHAyek ket xwarê û nehat zanîn ku ÎHA ji ku hatiye.
Îro di saetên serê sibê de li Bazara Zexîreyê ya navçeya Qoser a Mêrdînê Balafireke Bêmirov (ÎHA) ket xwarê. Hat îdiakirin ku ÎHA li stasyonê bazê ketiye û piştre ketiye xwarê. Piştî buyerê tîmên agirkuj û cendirmeyan sewqî cihê ketina ÎHAyê hatin kirin. Koman, li dora ÎHAyê tevbîrên ewlehiyê girtin û dest bi lêkolînê kirin.
Têkildarî mijarê heta niha tu daxuyanî nehatine dayin.