• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn: Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe

    Li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn: Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe

    Li hember destdirêjiya li ser zarokan dest bi nobetê kirin

    Li hember destdirêjiya li ser zarokan dest bi nobetê kirin

    Rewşa Huseyîn Aykol a xeternek didome

    Rewşa Huseyîn Aykol a xeternek didome

    Ciwanên Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin: Her gav ji bo azadiya Rêber Apo ye

    Ciwanên Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin: Her gav ji bo azadiya Rêber Apo ye

    Foruma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li ava xwe derkevin

    Beşdarên Foruma Avê ya Mezopotamyayê: Av nebe çand û şaristanî jî nabin

    Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

    Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn: Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe

    Li aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn: Edalet di Qada Galatasarayê re derbas dibe

    Li hember destdirêjiya li ser zarokan dest bi nobetê kirin

    Li hember destdirêjiya li ser zarokan dest bi nobetê kirin

    Rewşa Huseyîn Aykol a xeternek didome

    Rewşa Huseyîn Aykol a xeternek didome

    Ciwanên Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin: Her gav ji bo azadiya Rêber Apo ye

    Ciwanên Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin: Her gav ji bo azadiya Rêber Apo ye

    Foruma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li ava xwe derkevin

    Beşdarên Foruma Avê ya Mezopotamyayê: Av nebe çand û şaristanî jî nabin

    Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

    Cerdevan bidizîka êzingan dibin difiroşin!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Beşdarên Foruma Avê ya Mezopotamyayê: Av nebe çand û şaristanî jî nabin

Amed / AW

18 COTMEH 2025 - 09:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Beşdarên Forûma Avê ya Mezopotamyayê ku li Amedê hate lidarxistin diyar kirin ku sedema krîza avê dewlet in û destnîşan kirin ku av nebe çand û şaristanî jî nabin.

 

Li Amedê Foruma Avê ya Mezopotamyeyê ya 2yemîn bi dirûşma “Av jiyan e” tê lidarxistin. Di forumê de ji çar perçeyên Kurdistanê û ji gelek deverên Rojhilata Navîn beşdar hatine. Di forumê de li ser girîngiya avê nirxandin tên kirin. Beşdarên forumê ji ajansa me re têkildarî girîngiya avê axivîn.

Endamê Komîsyona Amadekar a Foruma Avê ya Mezopotamyayê Egîd Ozdemîr anî ziman ku ne tenê li Kurdistanê li temamê cîhanê krîz û pirsgirêkên avê rû didin û wiha got: “Armanca me ew e di vê forumê de em li ser krîz û pirsgirêkên avê biaxivin, binirxînin û van pisgirêkan derxin holê. Bi taybetî jî em dixwazin polîtîkayên avê yên li Kurdistanê derxin holê. Meseleya avê meseleyek civakî ye. Divê civak bi xwe jî ji bo avê hesas tevbigere. Av ne amûrek rantê ye. Em avê wekî damarekî jiyanê dibînin. Ji ber vê yekê em dixwazin li ser axa Mezopotamyayê kî hebe pêşniyar û nirxandinên xwe ji bo avê bike û di vê forumê de derxin pêş. Sedema krîz û pirsgirêkên avê dewlet û şîrket in. Lê mixabin çareserî jî para civakê dikeve. Em dikarin krîzên avê bi awayekî civakî çareser bikin.”

Bendav bûn sedem ku gelek bajar bêav bimînin

Egîd Ozdemîr bal kişand ser bendavên li Kurdistanê ku tên çêkirin û bandora wan a neyînî li ser avê û got: “Wek nimûne, bendavên ku li ser çemên Firat û Dîcleyê hatin çêkirin û polîtikayên hatin meşandin bû sedem ku gelek bajar bêav werin hiştin. Demsal tên guhertin lê demsal ne mesele ne. Em îro li çemê Dîcle û Firatê dinêrin, em dibînin ku kêmbûna avê heye. Di 25 salên dawî de li Çemê Dîcleyê ji sedî 60 av kêm bûye, li Çemê Firatê jî ji sedî 30 av kêm bûye. Roj bi roj însan nikarin xwe bigihînin avê. Li Amedê jî di salek dawî de kêmbûna avê pirr zêde bûye. Niha jî em dixwazin krîzên avê çareser bikin û bi van polîtîkayan çareserî çênabe.”

‘Armanca forumê parstina avê ye’

Helwest Kerîm a ji Silêmaniyê beşdarî forumê bû li ser krîza avê nêrînên xwe parve kir û wiha got: “Em beşdar ji çar parçeyên Kurdistanê û ji astê hemû cîhanê ji bo girîngiya avê li vê derê kom bûn. Av nebe çand û şaristanî jî nabin. Mezopotamya yekemîn cihê şaristanî û jîngeha mirovahiyê ye. Di warê avê de li Kurdistan, Iraq, Îran û Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin hene. Li van welatan di warê avê de krîzên mezin derketin holê. Av kirin wekî çeka destê mirovan.”

‘Kirinên mirovahiyê bûne xetereya qeyrana îro’


Endamê Tevgera Ekolojiyê Mirad Bîlgîç jî bal kişand ser armanca forumê û wiha got: “Niha tê zanîn ku li dinyayê krîzek avê rû dide, ev ê rû bide û di pêşerojê de ev qeyran dê berfirehtir jî bibe. Îro tiştê pêwîst neyên kirin li ser vê hovîtiya ku li ser avê tê kirin pêşî neyê girtin sibê roj qeyranê mezin ji bo hemu zindiya xwezayê li pêşiya me ye. Ev foruma duyemîn a Avê ya Mezopotamyayê ye ya yekemîn li Silêmaniyê pêk hati bû. Navenda Çemê Firat û Dîcleyê ku jiyan li ser wê didome çawa ji van xetereyan were parastin rê û rêbaz, têkoşînek hevpar were meşandin li ser wê hate sekinandin. Qeyrana avê tê gotin lê di rastiyê de qeyrana mirovahiyê ye. Av bixwe qeyranekê najî kirinên mirovahiyê li ser avê bûne qetereya qeyrana îro. Ji xwe îro ji bo çawa pêşiyê li kirinên mirovahiyê, kirinên dewlet û kargehên navnetewî ku ava jiyanê diherikînin bigrin em li vê derê ne.”

 

Etîket: Av jiyan eEgîd OzdemîrForuma Avê ya Mezopotamyayê ya 2yemînHelwest KerîmMirad Bîlgîç
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome

Forûma Avê ya Mezopotamyayê bi kargehan didome

18 COTMEH 2025
Foruma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li ava xwe derkevin

Foruma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li ava xwe derkevin

17 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (315)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne