Konferansa Dayikên Aştiyê ya 3yemîn bi xwendina encamanemeyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de diyar kirin ku dayik demildest azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û xwestin ku li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û li ser aştiyê biaxivin û civakeke demokratîk ava bikin.
Konferansa Meclîsa Dayikên Aştiyê ya 3yemîn ku bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiyek mayînde ne” du rojan li ÇandAmedê hate lidarxistin, bi dawî bû. Dayikên Aştiyê di van her du rojan de berfirehî li ser têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşvebirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxandinan kirin.
Di encama nirxandên du rojan de encamnameyek hate amadekirin û bi raya giştî re hate parvekirin.
Dayikên Aştiyê li ber avahiya ÇandAmedê viyan û encamnameyê eşkere kirin.
Li ser navê Dayikên Aştyê Songul Tamrîş xwend.
Encamname bi vî rengî ye:
“Beriya konferansa ku me piştî 12 salan li Amedê li dar xist, li 13 bajaran civînên herêmî hatin lidarxistin, konferansa me bi beşdariya 250 delegeyên ku di van civînan de hatin diyarkirin hat lidarxistin. Ev konferans ne tenê bîranîn an jî yadkirin e, di heman demê de ragihandina ji nû ve destpêkirina avakirina dîrokî ya aştiya civakî ye. Em vê deklerasyonê diyarî her kesê ku di têkoşîna bi rûmet a hebûna me de hat qetilkirin, windakirin û berdêl dan û ji Rêberê me birêz Abdullah Öcalan re ku rêya me ronî kir, dikin.
Di şerê qirêj ê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin de, ne tenê berjewendiyên netewdewletî li ber çavan tên girtin; Di heman demê de armanceke din jî tasfiyekirina bîr, nasname û mafê jiyana gel e. Beden, ziman, ked û hebûna jinê hedefa yekem a vî şerî ye. Ji ber vê sedemê berxwedana jinan ne tenê li dijî vî şerî ye; Li dijî pergala serdestiya mêr û şîdeta netewe-dewletê ye ku ev şer afirandiye. Li ser vê bingehê têkoşîna me deng, wijdan û bîranîna civakî ya aştiyê ye.
Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
Gelê me bi polîtîkaya înkar, wêrankirin û asîmîlasyonê ya ku ev sed sal in dewam dike, bi awayekî sîstematîk ji çareseriyê hatiye dûrxistin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibatê de ji aliyê birêz Ocalan ve hat kirin, ku bi israr li çareseriyan li muxatab digere û hewl dide her derfetê bike diyalog û muzakereyên ji bo aştiyê, banga veguhertineke civakî ya berfireh e ku li ser bingeha mafê gelan e. Ji bo pêkanîna vê bangê gava yekem, azadbûyina fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Divê mîmarê vê pêvajoyê di bin şert û mercên azad de be da ku ev pêvajo bidomîne. Ev yek nîşana nêzîkbûneke rasteqîn a aştiya siyasî ye, ne tenê erkeke qanûnî ye. Nêzîkatiya me wek Dayikên Aştiyê ya ji bo vê pêvajoyê bi qasî laçêka li ser serê me spî, safî û zelal e. Wek Dayikên Aştiyê em xwediyê wê ferasetêne ku divê banga Birêz Ocalan a ji aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk, divê bi awyekî rêxistinkirî pêş bikeve. Bi vê armancê em ê her tim rola xwe ya rêxistinkirina komunan bi navber bimeşînin.
Mafê Hêviyê divê demildest pêk were
Vegerandina têkiliya rasterast a di navbera birêz Ocalan û gel de îro şertê yekem e ji bo civakbûna aştiyê. Temînkirina şert û mercên axaftin û muzakereyên fizîkî jî wê baweriya bi hevdîtinên aştiyê xurt bike. Li gel banga Aştiyê û Civaka Demokratîk, li Kurdistan û gelek deverên din ên cîhanê piştgiriya erênî ji vê bangê re diyar dibe. Pêngavên berbiçav ên ku yekser ji aliyê PKKê ve hatin avêtin, bi zelalî nîşan da ku birêz Ocalan serkêşê muxatabê û pêvajoyê ye. Nayê qebûlkirin ku muxatabê sereke yê aştiyê girtî be. Em azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dibînin. Mafê hêviyê ne litûfek e, mafekî ku bi qanûnê hatiye erkdarkirin e û divê demildest bi cih bê. Divê hemû girtiyên siyasî yên di zindanan de yekser serbest bên berdan; divê kiryarên nemirovane yên li dijî girtiyên nexweş bên rawestandin û pêkanînên keyfî yên rêveberî û lijneyên çavdêriyê yên zîndanan û ATKê ji holê bên rakirin.
Cihê gerîlayan di nav siyaseta demokratîk de ye
Di pêvajoya aştiyê de gaveke din a girîng jî tevlîbûna gerîlayan a di nava siyaseta demokratîk de ye. PKKê bi çalakiya xwe ya şewitandina çekan di pêvajoya aştiyê de helwesta xwe pir zelal eşkere kir. Tevlîbûna siyaseta demokratîk temsîlkirina vê berxwedana rewa ya bi siyasetê ye. Heya ku dengê gerîla li ser maseya aştiyê dernekeve, çareseriyeke rast ne mimkûn e. Ji ber vê yekê rêziknameyên qanûnî û destûrî yên li ser vê mijarê hem nîşana nêzikbûyina aştiyê ye û hem jî pêngavek e ku dewlet bi dîroka xwe ya tarî re rû bi rû bimîne.
Îro, dûbarekirina gotina ‘terorîzmê’ ji aliyê dewletê ve, ne tenê pirsgirêka axaftinê ye, lê krîmînalîzekirina gelê Kurd bi tevahiya dîroka xwe ye. Bikaranîna vê gotinê pirsgirêka zihniyetê ye û ev pirsgirêk wê rê li ber aştiyê bigire. Gotina terorê refleksa înkarkirina dewletê ya li ser gelan e. Kesên ku bi terorê tên sûcdarkirin zarok, xuşk, bira û malbatên me ne. Divê zimanê aştiyê bi baldarî bê avakirin.
Beriya her tiştî bila rêz li zimanê me bê girtin
Zimanê dayikê dîroka jiyana gelan e; ziman, bîranîna devkî ye ku ji nifşekî heta nifşên îro derbas dibe. Qedexekirina axaftina me ya bi Kurdî di Komîsyona Meclîsê de ku ji bo pêvajoya aştiyê hatiye avakirin, ne tenê binpêkirina mafên mirovekê ye; her wiha rê li ber dîtina hafizaya gelê Kurd di qada giştî de digire. Di konferansa me de derket holê ku, di vê sedsala 21emîn de êdî tu hêz nikare bibe asteng ku em nirxandinên xwe bi zimanê xwe yê dayikê bimeşînin. Em dayik beriya her tiştî dixwazin rêz li zimanê me yê dayikê bê girtin û em bi biryar in ku têkoşîna xwe berfireh bikin da ku zimanê me were naskirin û statuya xwe bidest bixe. Ji bo civakbûn û mayîndebûna aştiyê, pêwîst e mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê were naskirin, statûya giştî ya zimanê Kurdî were qebûlkirin û garantiya destûrî ya zimanê me yê dayikê were misogerkirin.
Aştî ne litûfa dewletê ye. Aştî îradeyek nû ya jiyanê ye ku ji hêla gel ve bi hev re hatiye damezrandin. Ev îrade hêza xwe ji biryardariya gelê Kurd a avakirina yekitiya neteweyî digire. Gelê Kurd îro di serdemeke destkeftiyên dîrokî yên girîng re derbas dibe. Em nêzî destkeftiyên mezintir in. Ji ber vê sedemê şertê herî bingehîn ê parastin, mezinbûn û domandina destkeftiyên heyî yekîtiya neteweyî ye. Ev yekîtî jî wê îmkana civakirina aştiyê û avakirina civakeke demokratîk biafirîne.
Divê lêborîn ji dayikan bê xwestin
Gotinên dayikan ne tenê êşa zarokan e; her wiha lêgerîna jinan a ji bo azadiyê, wijdanê gel û daxwaza wan a edaletê jî tîne ziman. Cenazeyên zarokên me di sindoqên kargoyê de hatin şandin, gorên malbatên me hatin rûxandin, erkên olî yên li ser cenazeyan hatin astengkirin, em li pişt panzerekê bi erdê re hatin kaşkirin, bedenen tazî yên bê can hatin eşkerekirin, mafê me yê şînê hat desteserkirin; lê belê me dev ji israra aştiyê berneda. Gelek rastî li bendê ne ku werin axaftin, û gelek êş li bendê ne ku derkevin holê û bên hevrûkirin. Dewlet ji tiştên ku qewimîn berpirsyar e û divê ji dayikan lêborînê bixwaze.
Teyrê aştiyê bi yek baskê nafire
Em dizanin ku êş nasnameyê nizane; şîn navnîşan naxwaze. Û em dizanin ku teyrê aştiyê bi yek baskê nafire. Her zarokê ku li van welatan jiyana xwe ji dest da, di dilê me de birînek e. Bi helwesteke dîrokî û bi sekneke biryardarî em bang li her kesî dikin ku helwesta ji bo aştî û civaka demokratîk rast bê şîrovakirin da ku êdî ji şûna bedenên zarokên me çek bikevin bin axê. Em bang li hemû dayikên leşker û polîsên ku zarokên xwe winda kirine dikin: Werin, em li derdora aştiyê bên ba hev. Werin em pêşeroja zarokên xwe bi hev re biparêzin. Dema ku dengê kesên ku heman êş kişandine bibin yek, aştiyek mayînde wê were avakirin.
Em dixwazin bi mîmarê aştiyê Ocalan re hevdîtinê bikin
Em di qonaxeke dîrokî de ne. Aştî ew qas nêzîk e ku ger em xwe bigihînin em dikarin dest bidin wê. Ji ber vê sedemê hevdîtinên bi mîmarê aştiyê birêz Abdullah Ocalan re girîng in. Yek ji nirxandinên konferansa me jî ew e ku; erka sereke ya komîsyona aştî û biratiyê ya li Meclîsê hatiye avakirin, hevdîtina bi birêz Ocalan re ye. Hêviya me jî ew e ku em li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û li ser aştiyê biaxivin û civakeke demokratîk ava bikin. Em, birêz Abdullah Ocalan ku rê li ber aştiyê vekir, hevalên wî yên li Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi rêzdarî silav dikin.
Em di wê baweriyê de ne: Îradeya aştiyê di nav gel û jinan de heye. Ger ev rê bê şopandin wê hemû mirovahî bi ser bikeve.
Bijî Berxwedana Dayikan!
Jin, Jiyan, Azadî!”
Dayikên Aştiyê – 19ê Cotmeha 2025 – AMED