Li Herêma Besta liv û tevgera artêşa tirk a bejahî didome.
Beriya 3 rojan ji 23emîn Tumena Peyade ya Cendirmeyan a Şirnexê bi tevilbûna gelek leşkerên artêşa tirk li herêmên Mila Nemira, Sirta Gewr û Mendîçelê ku dikevin navbera Besta û qontara Çiyayê Herekolê operasyonek hatibû destpêkirin.
Hate hînbûn ku ji aliyê Sêrtê ve jî leşker û cerdevan tevlî vê operasyonê bûne. Çavkaniyên ku agahî jê hatine wergirtin diyar kirin ku leşkerên ji Şirnexê çûn herêmê vekişiyane baregehên xwe lê liv û tevgera leşkerên ji aliyê Sêrtê hatine Besta û qontara Çiyayê Herekolê berdewam dike.
Derbarê liv û tevgera leşkerî ya bejahî û hewayî de heya niha ji aliyê rayedarên dewleta tirk ve tu daxuyanî nehatine dayîn.