Li Îtalyayê nasnameya hemwelatîbûna rûmetê dan girtiyên siyasî yên rojhilatî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî.
Li gorî nûçeya Rojnewsê di 23yê Cotmehê de li bajarê Fabrîano yê Îtalyayê bi merasîmek taybet meclisa bajar, nasnameya hemwelatîbûna rûmetê da sê girtiyên siyasî yên ji rojhilatê Kurdistanê Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.
Di destpêka merasîmê de Seroka Meclisa Bajar Giovanni Balducci di axaftina kirî de pesnê hewldanên Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ji bo parastina mafê mirovan da. Her wiha bal kişand ser piştevaniya berdewam ya Şaredariya Fabriano ya Îtalyayê ji bo têkoşîna jinên Kurd û Îranê ji bo azadî û dadperweriyê.
Di heman demê de nasnemeya hemwelatîbûna rûmetê dan nûnerên sê girtiyên siyasî yên jin. Navê nûneran wiha ye: Berpirsa Lijneya derfeta yeksanî ya bajarê Fabrianoyê Cecilia Guida, seroka Şaredariya Fabrianoyê Daniela Ghergo, endama meclisa şaredariyê Marta Ricciotti.
Hêjayî gotinê ye ku di 1ê Cotmehê de jî Şaredariya Jesi ya Îtalyayê, “hemwelatiya rûmetê” dabû Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî.
Hêjayî bi bîrxistinê ye di 8ê Çileya 2025an de ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê ve cezayê Pexşan Ezîzî û roja di 10ê Mijdara 2024an de ve jî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî bi temamî hatine erêkirin. Di 13ê Sibatê de dubare cezayê darvekirinê Şerîfe Mihemedî hate erêkirin.













