Hiqûqnas û siyasetmedar Riza Turmen di “Konferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Demokratîk a Komarê” de axivî û diyar kir ku divê ev konferans bibe bingeheke nû ya tevgereke demokratîk û wiha got: “Heke em ê komareke demokratîk ava bikin divê Kurd bibin avakarê vê komarê.”
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li Eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk” dest pê kir. Di konferansa ku dê 2 rojan bidome de gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetên navdar li ser gelek mijaran gotûbêje bikin. Gelek kes di konferansê de amade bûn. Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî beşdarî konferansê bûn. Li eywana konferansê bi gelek zimanan pankartên li ser mijara konferansê dinivisînin hatin daliqandin.
Siyasetmedar Gulten Kişanak û Riza Turkmen axaftina destpêkê ya konferansê kirin. Piştre jî Serokê PENa Navneteweyî nivîskar Burhan Sonmez peyamek bi dîmen şand konferansê û gotarek pêşkêş kir.
Turmen: Divê Kurd bibin avakarê komara demokratîk
Pêşî hiqûqnasê navdar Riza Turmen axivî. Turmen anî ziman ku konferans di serdemekê ku herî zêde komar ji demokrasiyê dûr ketiyê tê lidarxistin û wiha got: “Ev yek ji me re berpirsyariyekê jî derdixe. Em bi vê konferansê dikarin tevgereke demokratik jî ava bibin. Heke em wisa nekin dê desthilatiya yekperest Tirkiyeyê bêtir ber bi taritiyê ve bibe. Destwerdana li serokê giştî yê partiyekê dikin û şûna wî yekî din tayîn dikin. Bi vê yekê dixwazin rejîma yek partiyê ava bikin. Li dijî vê em dikarin tevgereke nû ya demokrasiyê ava bikin. Girîngiya vê konferansê jî ew e. Pirsgirêka Kurd tenê dikare di çerçoveya demokratîk de were çareserkirin. Heke demokrasî tune be çareserî nabe. Divê Kurd bibin motora demokrasiyê. Vê yekê herî zêde Kurd dikarin pêk bînin. Demokrasî ji bo Kurdan mijara hebûn û tunebûnê ye. Heke em bixwazin nasname û zimanê Kurdî were naskirin ev tenê bi demokrasiyê dikarê pêk were. Heke em komareke demokratîk ava bikin divê Kurd bibin avakarê vê komarê. Dibêjin çareserî lê çareserî ne axaftin e. Tenê dibêjin bila çek bên danîn. Lê sedemên ku çek derketine holê nayê gotûbêjkirin. Divê sedemên çek derxistine holê di serî de were rakirin. Divê ev konferans nebe dawî lê bibe destpêkeke hêviyê ji bo siberojê.”
‘Bingeha komara demokratîk civak e’
Piştre jî siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî û destnîşan kir ku cihê vê konferansê cihekî bi wate ye li Navenda Çandê ya Cem Karaca ye ew bi xwe ku ji hemwelatiyê hatibû derxistin û rastî cihêkariyê hatibû tê lidarxistin û wiha axivî: “Komara demokratîk a ku wekheviya gelan mîsoger dike, cihêkariyê ji holê radike û ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke demokratik tenê dixwazin. Em îro tenê li vir gotûbêjan nakin; di heman demê de em werin cem hev û heqîqeta hevdu bizanibin. Di vê konferansê de em ê li ser derfetên demokratîkkirina komarê ku xema me ya sed salan e biaxivin. Em ê li ser krîzên heyî û çareseriyan biaxivin. Bingeha komara demokratîk civak e. Heke civak bêdeng be û nekaribe vîna xwe nîşan bide demokrasî dimire. Ji bo em demokrasiyê zindî bikin, divê hemû beşên civakê berpirsyarî bigirin ser milê xwe. Ji bo demokratîkbûyîna komarê hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. Mijara Kurd êdî ji mijara hev cudabûnê derketiye û bûyê mijara naskirin û qebûlkirinê. Realîteya Kurd li ber deriyê hiqûqê ye. Pirsa herî girîng jî realîteya Kurd dê di hiqûqê de çawa bê naskirin. Çareserî pêkan e. Ne li ser esasê yekperestiyê li ser esasê hevdu qebûlkirinê em dikarin komareke demokratîk ava bikin. Lê pirsgirêka demokrasiyê ku herî dawî bi destwerdana muxalefetê ve careke din pêk hat, ev yek li pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî astengiyan derdixe. Çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya ramanê û çapemeniyê bingeha komara demokratîk e. Ev konferans ji bo veguherîna demokratîk gavek e. Veguherîna demokratîk pêvajoyek demdirêj e. Hemû kesên tev li bûne ji niha şûn ve yek ji berpirsên veguherîna demokratîk in.”
‘Em di aştiyê de israr dikin’
Serokê PENa Navneteweyî nivîskar Burhan Sonmez ji ber ku li dervayî welat bû nekaribû tev li konferansê bibe bi peyamek dîmen beşdarî konferansê bû. Burhan Sonmez di peyama xwe de li ser xwe nasîn û xwebûnê rawestiya û wiha got: “Kurd ku sed sal in hatibûn tunekirin û ne bi nasnameya Kurd lê bi nasnameyên cuda dihatin pênasekirin piştî têkoşînên sed salî îro di ferqa nasanemeya xwe de ne. Bi pêvajoya aştiyê re jî deriyê serdemekê nû vedikin. Ji bo çareseriyê jî hewcehî bi naskirina maf û nasnameya Kurdî û demokratîkbûyînê heye. Em di aştiyê de israr dikin. Ji bo têkoşîna aştiyê ji we hemûyan re serkêftinê dixwazim.” Sonmez bal kişand ser peyva ‘Dan û Stendin’ a ku Kurd rojane bi kar tînin û got ku ev peyv bingeha xwe ji diyalog û muzakereyê digire û Kurd li ser vî esasî dixwazin hemû tiştên ji xwe dane paşve bigirin.
Piştî axaftinan rûniştina 1emîn konferansê bi mijara “Çîroka damezrandina komarê, derfet û kesên li der ve hatine hiştin”dest pê kir.












