Rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî hê jî li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Bijîşkan diyar kir ku ji ber enfeksiyona kezebê nikarin Aykol şiyar bikin.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mêjiyê wî û ji wê rojê ve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê tê dermankirin. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çûbû ser mêjiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Di dema dermankirinê de enfeksiyon girt û dermakirina wî didome. Bijîşkan diyar kir ku ji ber enfeksiyona kezebê nikarin bidin sekinandin lewma jî nikarin Aykol şiyar bikin.
Her wiha bijîşkan diyar kir ku rewşa xeternek a Huseyîn Aykol berdewam dike.








