Di ser darvekirina Seyîd Riza û 6 hevalên wî re 88 sal borîn. Lê gelê kurd her sal Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr tînin û di şopa wî de dimeşin û soza bilindkirina têkoşîna wî didin.
Rêveberiya wê demê, ji bo ku Seyîd Rizayê 75 salî bikaribe darve bike temenê wî biçûk kir û ji bo ku bikaribe kurê wî yê biçûk darve bike, temenê kurê wî jî mezin kir. Wan daxwaza dawî ya Seyîd Riza bi cih neanî û ew li ber çavên kurê wî darve kirin.
Rayedarên dewletê 88 sal berê, di roja 15ê Mijdara 1937ê de pêşengê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî, li Qada Erase ya Genim a Xarpêtê darve kirin. Rayedarên dewletê digotin dê bi kuştina Seyîd Riza, kurê wî Resik Huseyin û Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, kurdan qir bikin. Lê 88 sal in kurd li qadan Seyîd Riza bibîr tînin. Kurd dê îro jî li gelek navend û qadan bi tevlêbûna nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî Seyîd Riza bibîr bînin.
Seyîd Riza yek ji çar kurên Seyîd Îbrahîmê serokê Eşîra Hesenan e. Di sala 1862an de li gundê Lîrtik a navçeya Pilorê ji dayîk dibe. Piştî mirina bavê xwe Seyîd Îbrahîm, li ser wesiyeta wî dikeve şûna bavê xwe. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de eşîra Seyîd Îbrahîm dema ku di bin rêveberiya Seyîd Riza de ye li dijî rûsan alikariya osmaniyan dike. Li gel alikariya osmaniyan hinek daxwazên osmaniyan pêk neaniye. Di dema qirkirin û sirgûnkirina ermeniyan de ji bo radestkirina ermeniyên li herêma xwe li dijî osmaniyan disekine. Di heman demê de li dijî rayedarên tirk serokên Serhildana Qoçgiriyê diparêze. Piştî damezrandina Komara Tirk di 1923an de, ji ber ku bi giranî otonom û li derveyî kontrola Komara Tirk bû, Seyîd Riza û Herêma Dersimê ji bo hikûmeta tirk wekê hedef tê destnîşankirin. Piştî ku di sala 1934an de Zagona Bicihbûnê ku polîtîkayeke asîmîlasyonê bû û di sala 1935an de Qanûna Dersimê tê derxistin ku qanûneke destserkirina Dersimê bû, Seyîd Riza li dijî van yekan dest bi dijberiya desthilatdariya tirk dike. Qanûna Dersimê hatibû çêkirin ku herêma Dêrsimê were desteserkirin, bibe parêzgeh û bikeve bin kontrola leşkerî ya midûriyeta giştî ya çaremîn a komara Tirk. Piştê van hewldanên komara Tirk ji bo desteser kirin û têkbirina Dersimê Seyîd Riza naxwaze ku Dersim were dagirkirin û di cejna Newrozê ya adara sala 1937an de li dijî dewleta Tirk banga serhildanê dike.
Piştî serhildanê, rayedarên dewletê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li Xarpêtê darve dikin. Rayedarên dewletê heta niha cihê gora Seyid Riza bi raya giştî û malbatê re parve nakin. Gor ji malbatê tê veşartin. Seyid Riza beriya ku bê darvekirin, ji rayedarên dewletê re got “Ev tiştên ku hûn dikin eyb e, zulme, qetl e’’. Lê ev zilm û şerm îro jî didome.
Malbat dixwaze dewlet lêborîneke fermî ji malbatê û gelê Kurd bixwaze û ev lêborîn ji raya giştî re bê eşkerekirin. Malbat dixwaze arşîvên Dersimê bêne eşkerekirin û cihê gorên Seyîd Riza û yên din bêne eşkerekirin
Rayedarên dewletê ji bo Dêrsimê qala “Lêborînê” kirin. Lê hîna jî cîhê gora Seyid Riza û hevalên wî aşkere nekirine.
Sala par di salvegera darvekirinê de, nûner û rêveberên DEM Partî, DAD, PSAKD, bi minasebeta komkujiya Dêrsimê û bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî 40 şitilên daran çandin.
10 sal berê Hevserokê HDPê yê Xarpêtê Yunus Guneş diyar kiribû ku Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkayên yekkirinê de li dijî nasname, çandên cuda polîtîkaya înkar û îmha û asîmîlasyonê pêk aniye û wiha gotibû: “Di sala 1921ê de li Koçgiriyê, Palûyê, Agiriyê, Zîlanê, Dêrsimê, Mereşê, Çorumê, Sêwasê, Roboskî mirov qetilkirin. Di şexsê Seyîd Riza û hevalên wî de ji 50 hezar kesan zêdetir mirov qetilkirine.”










