• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Karê komîsyonê yê merhaleya ewil bi dawî dibe êdî dora qanûnan e

    Karê komîsyonê yê merhaleya ewil bi dawî dibe êdî dora qanûnan e

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

    TSK bi îmhakirina amûrên leşkerî xwezayê talan dike

    TSK bi îmhakirina amûrên leşkerî xwezayê talan dike

    UNODC: Li cîhanê 39 milyon kes madeyên hişbirê bikar tînin

    UNODC: Li cîhanê 39 milyon kes madeyên hişbirê bikar tînin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 17ê MIJDARA 2025an

    Xwebûn bi manşeta ‘Armanca TJAyê azadî ye’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Armanca TJAyê azadî ye’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Karê komîsyonê yê merhaleya ewil bi dawî dibe êdî dora qanûnan e

    Karê komîsyonê yê merhaleya ewil bi dawî dibe êdî dora qanûnan e

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav

    TSK bi îmhakirina amûrên leşkerî xwezayê talan dike

    TSK bi îmhakirina amûrên leşkerî xwezayê talan dike

    UNODC: Li cîhanê 39 milyon kes madeyên hişbirê bikar tînin

    UNODC: Li cîhanê 39 milyon kes madeyên hişbirê bikar tînin

    ROJEVA 09ê MIJDARA 2025an

    ROJEVA 17ê MIJDARA 2025an

    Xwebûn bi manşeta ‘Armanca TJAyê azadî ye’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Armanca TJAyê azadî ye’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

UNODC: Li cîhanê 39 milyon kes madeyên hişbirê bikar tînin

Mehmet Alî Ertaş /AW

17 MIJDAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Ofîsa Sûc û Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî (UNODC) li cîhanê 39.5 milyon mirov madeyên hişbirê bikar tînin. Li Tirkiyeyê jî di 2023an de 350 hezar mirov ji tiryakê hatin dermankirin. Hevberdevkê Platforma Şîyar Be Murat Kan destnişan kir ku li Tirkiyeyê salê nêzî bi 2 milyon dolar pere tiryak tê firotin.

Li cîhanê sal bi sal rêjeya tiryakê zêde dibe. Li gorî rapora Ofisa Sûc û Tiryakê ya Neteweyên Yekbûyî (UNODC), di sala 2023an de li tevahiya cîhanê nêzî 39,5 milyon mirov êdî bûne tiryakê madeyên hişbirê. Li gorî raporê tenê 226 milyon mirov tiryakê esrarê nin. Di salên dawî de herî zêde hişbira metamfetamin û fentanil ku wekî madeyên sentetik tê pênasekirin zû belav dibe. Li gorî rapora Navenda Şopandina Tiryakê ya Tirkiyeyê (TUBİM) di sala 2024an de nêzî 300 mirov bi tiryakê mirin Herî zêde mirovên di navbera 30/40 kalî bi tiryakê mirine û ji sedî 92,3 mêr in. Di salên dawî de li bajarên ku kurd lê dijîn û koçberî lê pêş ketiye jî tiryak zêde bûye. Bi taybetî Mêrsîn, Edene, Dîlok, Riha, Wan, Amed, Şirnex, Semsûr, wekî şerê taybet bi zanebûn tê belavkirin û li dijî vê yekê tedbîr nayên girtin. Êdî li van bajaran di nava rojê de hişbir tê firotin.

Li dijî tiryakê Platforma Şiyar Be, di nîsanê de hat avakirin. Platform piştî hat avakirin ji nîsanê heta niha 8 mehin hewl dide civakê li dijî tiryakê hişyar bike û civakê bi rêxistin bike. Têkildarî xebata Platformê û armanca platformê Serokê Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê (TOD-DER) û di heman demê de Hevberdevkê Platforma Şîyar Be Mûrat Kan nirxandin kir.

Murat Kan, anî ziman ku li Tirkiyeyê salê nêzî 1.5-2 milyon dolar pere bi rêya tiryakê dikeve destan û got: “Ev nîşan dide ku sektora tiryakê çiqas mezin e. Li Amed û Kurdistanê temenê kesên tiryakê bi kar tîne daketiye asta 8-9 salî. Kesên tiryakê difiroşin jî temenê wan daketiye 12-13 salî.

Armanc şiyarkirina civakê ye

Murat Kan, ewil li ser armanca Platformê axivî û got: “Di bingeha xebatên Platforma Şiyar be de zêdetir şiyarî û ferqilandina civakî heye. Me di 26ê Nîsanê de bi meşekê li bajêr xebata xwe ya Platforma Şiyar be bi raya giştî re parve kir. Piştî vê daxuyaniyê me mehane xebatên xwe yên Platformê plan kirin. Platforma me di heman demê de ji nûnerên saziyên civakî û rêxistinên demokratîk ên bajêr (Amed) pêk tên. Armanca vê Platforma ku li ser nirxên demokratîk hatiye avakirin, di esasê xwe de, têkoşîna li dijî tiryaka ku civak xistiye nava tora xwe û wê bênefes dihêle ye. Armanc dike ku li dijî vê tora tiryakê civakê hişyar bike û ferqdayînekê bide pêşxistin. Platform deklerasyona parastina civakê ye. Ev platform ji bo ferqdayînê pêş bixe piştî niqaşên dûr û dirêj hat avakirin. Di destpêka xebatê de me armanc kir ku hemû hêz û aktorên civakî beşdarî platformê bikin. Me bingeheke ku her kes bi rengê xwe beşdar bibe û gotina xwe bibêje ava kir. Piştî avakirina platformê û meşê me bertekên erênî bi dest xist. Rexneyên ku em dereng mane li me hatin kirin. Dîsa piştgiriya ku gavek pir erênî û baş e jî hat kirin. Mi meşa destpêkê platform ket rojeva hemû kesan. Bi vê meşê ev mijar bû rojeva hemû kesan.”

Xwestin xwediyê pirsgirêkê bikin şirîkê têkoşînê

Murat Kan, da zanîn ku di daxuyaniya li Amedê hat kirin de bang li îktîdarê jî hate kirin û wiha axivî: “Me diyar kir ku di encama tiryarê de fihûş û qumar pêş dikeve. Me destnîşan kir ku ev jî berhemê stratejiya polîtîk e. Me xwest zanîn û şiyariyekê pêş bixin. Em û Konseya Bajar bi awayekî hevpar beşdarî komxebatekê bûn. Me plan kir ku piştî meşa îlankirinê, komxebata tiryakê bi yekîneya Têkoşîna bi Tiryakê re ya di bin baneya Şaredariya Bajarê Mezin û Konseya Bajêr de pêk bînin. Pişte me li navçeyên cuda yên navenda bajêr bi meş û çalakiyên cuda bertekên xwe yên li dijî tiryakê anîn ziman. Me li parkan kon vedan, pankart danîn û belavok belav kirin. Me hewl da xwediyê pirsgirêkê bikin şirîkê vê çalakiyê.”

Têkoşîna li dijî Tiryakê ket rojeva Tirkiyeyê

Murat Kan, li ser xebatên hatine kirin jî rawestiya û wiha pêde çû: “Armanca me ya sereke ew bû ku em vê mijarê têxin rojeva gel. Me armanc kir ku em destnîşan bikin ku ev mijara tiryakê stratejiyeke polîtîk e û bi zanebûn tê pêşxistin. Me xwest li ser vê yekê zanînekê ava bikin. Nexwe dermankirina van kesên ketine nava tora tiryakê hêza me derbas dike. Bi van çalakiyan hinek hestiyarî û hişyariyek çêbû. Piştî van çalakiyên me; hem li Amedê û em ji bajarên din li me geriyan û alîkarî ji me xwestin. Ji metrepolên Tirkiyeyê jî li me geriyan û alîkarî ji me xwestin. Vê yekê nişan da ku têkoşîna li dijî tiryakê ketiye rojeva civakê. Me piştî Amedê li bajarên Şirnex, Êlihê Platformên Şiyar Be ava kir. Dîsa malbatên alîkarî û piştgirî xwestin me ew arasteyî Yekîneya Têkoşîn li Dijî Tiryakê ya Şaredariyê kir.”

Civak bêtir hestiyar tev digere’

Murat Kan, da zanîn ku civak piştî van çalakiyan li dijî tiryakê û tora tiryakê bêtir hestiyar û şiyar tev digere û wiha axivî: “Piştî van çalakiyan hem kesên tev li tora tiryakê bûne û hem jî malbatên wan li me geriyan û daxwaza dermankirina li dijî tiryakê kirin. Piştî meşan gelek kes hatim cem me û xwestin em vê têkoşîna li dijî tiryakê li taxan jî pêş bixin. Xwestin em li taxan bi hevre vê meseleye çareser bikin.”

‘Civak dixwaze rêxistina li dijî tiryakê pêş bixin’

Murat Kan, anî ziman ku wan li gelek tax û parkan nobet girt û ev agahî parve kir: “Me armanc kir ku şîrayî û ferqîniyekê pêş bixin. Ev mijar êdî nefesa civakê qut dike. Me xwest li ser vê mijarê niqaşekê peş bixin û bikin rojev. Me perspektîf pêş xistin. Em bi civakê re raste rast ketin temasê. Daxwaza civakê ya sereke û herî esasî rêxistinkirina li dijî vê pirsgirêka ku wekî torekê civak dorpêç kiriye bû. Civak dixwaze li dijî vê tora tiryakê em li taxan xwe bi rêxistin bikin. Daxwaza civakê ya sereke rêxistinbûyîna li dijî tiryakê ye. Me jî xwest li dijî vê yekê hişekî û şîyariyekê pêş bixin. Ev parastina civakê bû. Li ser vê yekê xebat hatin kirin.”

Yek ji bazirganiya cîhanê tiryake

Murat Kan bilêv kir ku ew qala pirsgirêkên civakî dikin û wiha lê zêde kir: “Ev pirsgirêk berhema polîtîkayên stratejîk ên serdestan e. Mirov dikare wekî endustrîyeke ciddî jî binirxîne. Sêyemîn çavkaniya bazirganiya mezin a cîhanê li ser varyantê ensdursîya tiryakê pêş dikeve. Dema em li pereyên nefermî û bi dizî hatiye bi destxistin dinerin, em dibînin ku ev çiqas bandorê li aboriyê dike. Salê nêzî 1.5-2 milyon dolar pere bi rêya tiryakê dikeve destan.Ev nişan dide ku ev sektora tiryakê çiqas mezin e. Li Amed û Kurdistanê temenê kesên tiryakê bi kar tîne daketiye asta 8-9 salî. Kesên tiryakê difiroşin jî temenê wan daketiye 12-13 salî. Ku mirov li vê rastiyê jî dinere, dibîne ku ev tiştekî çiqas dilêş e. Kesên tiryakê bikar tînin, bandora neyînî li ser malbatên wan jî dike. Armanca kesên tiryakê belav dikin, ew e ku civakê parçe bikin. Armanca wan tevizandina civakê ye. Stratejî û polîtîkaya serdestan şikandin û felckirina civakê ye. Tiryak û fihûş civakê dirizîne. Armanc rizandina civakê ye. Bi parçekirina civakê dixwazin civakê bikin biyaniyê rastiya xwe.”

‘Zêdebûna pirsgirêkên civakî rê li tiryakê vedike’

Mûrat Kan, bilêv kir ku dema pirsgirekên civakê zêde dibin, mirov bêtir dikeve nava lêgerîna hişbirê û wiha dirêj kir: “Bi taybetî kesên dikevin pêxirtengiya siberojê û nasnameyê dest bi tiryakê dikin. Dîsa pirsgirêkên xizanî û tunebûnê û tenêtiyê rê li tiryakê vedike. Kesên bêçare dimînin çareyê di tiryakê de dibînin.”

‘Divê civak bi xwe çareser bike’

Murat Kan, li ser çareseriyê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Divê berî her tiştî civak li dijî vê pirsgirêkê şiyar bibe. Divê têkeve ferqa zerara wê. Divê civak li dijî hemû cureyên hişbir û tiryakê şiyar be û xwe bi rêxistin bike. Divê civak nekeve bendewariya ku hinek werin çareser bikin. Divê civak xwe bi xwe bi rêxistin bike. Divê xwe bi xwe bi parêze û xweparastinê pêş bixe. Em qala Civaka Demokratîk dikin. Civaka Demokratîk hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dike. Xwe li diji talûkeyan diparêze û xwe bi rêxistin dike. Civaka Demokratîk pîvanên Civaka ahlakî û polîtîk esas digire. Li gorî vê yekê xwe bi rêxistin dike û ava dike.”

Etîket: madeyên hişbirOfisa Sûc û Tiryakê ya Neteweyên YekbûyîPlatforma Şiyar BetiryakUNODC
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Platforma Şiyar Be: Em ê li dijî fihûş û tiryakê têbikoşin

Platforma Şiyar Be: Em ê li dijî fihûş û tiryakê têbikoşin

4 MIJDAR 2025
Platforma Şiyar Be li Şirnexê hat avakirin

Platforma Şiyar Be li Şirnexê hat avakirin

4 COTMEH 2025
Esnafên Amedî: Tiryakkêş zirarê dide gel û esnafan

Esnafên Amedî: Tiryakkêş zirarê dide gel û esnafan

19 ÎLON 2025
‘Armanca esasî zanîngehên civaka demokratîk in’

‘Armanca esasî zanîngehên civaka demokratîk in’

25 TEBAX 2025
Ewilî firoşkaran tune bikin

Ewilî firoşkaran tune bikin

23 TÎRMEH 2025
‘Em neçarin li dijî êrişên şerê taybet eniyeke azadiyê ava bikin’

‘Em neçarin li dijî êrişên şerê taybet eniyeke azadiyê ava bikin’

20 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (252)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne